Li Qamişloyê perwerdeya rojnamegeran a çapemeniyê dest pê kir 2018-04-17 12:26:45   Şêrîn zêrevan   QAMIŞLO - Dewreya Perwerdeya Xweser a Ragihandinê li Akademiya Şehîd Fayîq a Qamişloyê dest bi perwerdeya çapemeniyê kir. Perwedeya rojnamegaran a çapemeniyê dê 45 rojan dewam bike. Ji tevahî Bakurê Sûriyeyê rojnameger beşdarî perwerdeya çapemeniyê bûn.    Rojnameger Ferîde Zada da zanîn ku perwerdeya çapemeniyê ji bo rêxistinbûyinê gaveke girîng e û got:"Karê çapemeniyê gelek girîng e. Loma divê ji bo vî karê girîng perwerde bê girtin. Perwerde ji bo ragihandina rastiyan û rêxistinbûyinê gelekî girîng e."   Rojnameger Ronîda Hacî diyar kir ku perwerde bi qansî nan û avê girîng e û got:"Ji bo çapemeniyek demokratîk û rasteqîn perwerde divê bê kirin. Em  jî li ser esasê rastiya çapemeniyê û demokrasiyê beşdarî vê perwedeyê bûn."