AKP'ê vê carê di biharê de "komira hilbijartinê" belav kir
- 11:33 17 Nîsan 2018
- Rojane
AMED-Li semta Şehidligê ya Amedê komira ku zivistanê nehat belavkirin di biharê de hat belavkirin. Welatiyên semta Şehidligê derbarê belavkirina komirê de gotin:"Heta ku zivistan qediya tu alîkarî nehat kirin. Niha jî ji bo xebatên hilbijartinê komirê belav dikin û dixwazin me bixapînin."
Komira ku tê belavkirin ji aliyê AKP'ê ve wekî kampanyaya hilbijartinê tê bikaranîn. Di çarçoveya kampanyaya hilbijartinê de miqarna, komir û baklagil li kesên ku nêzî AKP'ê ne tê belavkirin.
AKP a ku amadekariya hilbijartinên 2019'an dike li navçeya Yenişehira Amedê komir belav kir. Welatiyan bertek nîşanî belavkirina komirê dan. Jinên ku li semta Şehidligê rûdinên gotin:"Havîn hat radibin di vê hewa germ de komirê belav dikin. Ger me pir difikirin wê demê dema ku hewa sar bû wê belav bikiran. Lê em dizanin ku ji bo çi ev komira tê belavkirin. Di bin navê hilbijartinê de dixwazin me bixapînin. Ew bi tonan jî komirê bidin, rengê me diyar e."