Ji Aylînê bo jinan bang: Deng bidin dengê min, destê xwe bidin destê min

  • 09:28 17 Nîsan 2018
  • Rojane
Evrîm Kepenek
 
STENBOL - Aylîn Işik mêrê ku îşkenceya sîstematîk lê dikir bi parastina cewherî kuşt û runiştina wê îro tê dîtin. Aylîn Işik bi hevkariya ajansa me bang li jinan kir ku deng bidin dengê wê û got ku hewcedariya wê bi piştgiriyê heye. 
 
Aylin Işik di 17’ê Kanûna 2017’an de li hemberî Cîhangîr Işik yê îşkenca sîstematîk lê dikir, mafê parastina cewherî pêk anî û Cîhangîr kuşt. Runiştina îro li 21’emîn Dadgeha Cezaya Giran a li Çaglayanê tê dîtin. Aylînê beriya runiştinê ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ji ajansan me re nameyek şand û bang li jinan kir.
 
 Aylînê di destpêka nameya xwe ya ji 17 rupelî pêk tê de, bang li hemû kesên di dilê wan de wijdan û merhmet heye kir û ev banga wê jî hewcedariya edeletê ya jinên mafê parastina cewherî bikar aniye carek din nîşan dide. Aylînê di nameya xwe de cih da îşkence, tehdîd û êrîşên zayendî û bêdengiya li dijî van pêkanînan jî rexne kir. 
 
Nameya Aylînê wiha ye: 
 
Gelek jin wek min hene. Ez her roj di nûçeyan de dibînim. Şîdetê dibînin. Mixabin nikarin dengê xwe bidin bihistin. Gelek jin wek min hewl didin bijîn. Di van rojên şîdet zêde bûye de ez dixwazim qêrîna xwe bidim bihistin.Ez nikarim êşên ku min jiyane vebêjim. Ez ji bo zarokê xwe alîkariyê dixwazim. Ez ditirsim ku carek din zarokê xwe nebînim. Malbata Cîhangîr wê her tim li pey min be. Ez naxwazim beyî lawê xwe bimrim. Wê zarokê min bi kîn û nefret mezin bikin. Ez agahiyê ji kurê xwe nagirim. Ez dizanim kurê min bi malbata Cîhangîr re ye. Ew hîna biçûke. Ez tenê dikarim birînên wî bikewînim. 
 
Di 2011’an de min Cîhangîr nas kir. Hefteya ewil a naskirinê de beyî sedem li min da. Min got çima li min didî got ‘Tu pir xweşikî ji ber wê’. Ji wê rojê şûnde ez jê reviyam. Her ku ez çûm ew hat. Beriya zewacê min pir jê lêdan xwar. Min digot ez nazewicim, li min dida û kuçikê pîtbul berdida ser min. Malbata min li Amedê bi cih bû û ew jî li pey me hat. Ez ji Amedê çûm cem xwişka xwe Antalyayê. Hat wir jî. Ez birim Stenbolê û carek din nehişt ez bêm. Her roj li min dida. Kurê min bi dehan carî dît ku bavê wî çek dida serê min. Lêdan şîdet roj bi roj zêde bû. Kesekî piştgirî neda min. 
 
Şevekê got tu koleya minî, kuçika minî. Bis saetan li min da. Li malê çi derman hebûn min xwar.Min nedixwest ez bijîm. Ez hatim ser hişê xwe li nexweşxaneyê bûm. Min got ji polîs re bêjim lê li pişt polîs bû. Min ji malbatê re got ez dozê vedikim lê kesî piştrî neda min. 
 
‘Ez dixwazim bizanim ku hun li cem minin’ 
 
Aylînê şeva bûyerê ji ber di asta darizandinê de ye nenivîsî û di dawiya nameya xwe de wiha got: “ “Ez niha xwe di bînê bîrekê de hîs dikim. Diqirîm heta dengê min derdikeve. Kes nabihîze. Kes dest nade min. Deng bidin dengê min dest bidin destê min. Hewcedariya min bi piştgiriyê heye. Ez xwe bêçare dibînim. Ez dixsazim bizanim ku hun li cem minin. Min bizanibin. Hewcedarî bi piştgirî, hebûna we heye. Kurê min bigihînin min, min bigihînin kurê min.”