Xizmên Windayan di hefteya 479’an de aqûbeta Huseyîn Ertaş û Alî Tekdag pirsîn
- 13:41 14 Nîsan 2018
- Rojane
AMED - Di çalakiyê Xizmên Windayan a li Amedê de li aqûbeta Huseyîn Ertaş û Alî Tekdag hatin birin pirsîn.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 479’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li avahiya ÎHD’ê li dar xist. Rêveber û endamên ÎHD'ê, Xizmên Windayan û parêzvanê mafê mirovan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên kesên hatin windakirin raxistin û hildan. Di çalakiyê de li aqûbeta Huseyîn Ertaş û Alî Tektag a ku hatin birin û agahî ji wan nehat giritin hatin pirsîn.
Di serî de Sekreterê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdûsselam Înceoren axivî. Abdûsselam di destpêka axaftina xwe de got ku ev 479 hefte ye, berê li parqa Koşuyoluyê çalakiya xwe pêk anîne, lê ji ber piştî rewşa awarte di şaxa ÎHD’ê de çalakiya xwe berdewam kirine û wiha got: “Wekî ku hûn jî zanin di salên 90’î de welatî ji aliyê dewlêtê ve di malên xwe de, baxceyên xwe de û di kolanan de hatine girtin. Ji wê rojê vir de malbatên wan ji xizmên xwe tu agahî nikarin bigirin û heta niha hestiyên xizmên xwe jî nedîtine. Tu agahî ji bûyeran derneketiye û ser bûyeran hatiye girtin. Lê em wek parastvanên mafê mirovan em ê xwedî li wan derbikevin û heta ku winda bê dîtin em ê çalakiyên xwe berdewam bikin. Heta ku edalet cihê xwe bibîne em ê dev ji vê têkoşînê bernedin.”
Piştre beriya ku aqûbeta Huseyîn Ertaş bê pirsîn, aqûbeta Alî Tekdag ji aliyê hevjînê wî Hatîce Tekdag ve hat pirsîn. Hatîce anî ziman ku di 1994’an de bi saxî xistin binçavan û heta niha jê agahî negiritiye û wiha pê de çû: “Efserê(Subay) ku hevjînê min birin îtîraf kir ku birine û îşkence lê kirine. Hevjînê min biribûn girtîgeha Bîtlîsê û ji bo ku biaxive naylon li ser canê wî de helandibûn. Efserê wan ev îtîraf kir. Piştre hevjînê min li wê derê kuştine. Piştre ji min re dibêjin ku me avêtiye nav cemekî. Kîjan çem û ew çem li ku derê ye? Em îro aqûbeta windayên xwe dipirsin. Zarokên me sêwî hiştin. Bi her hawî dibêjin bila mala kurdan xira bibe. Ez cezaneyê hevjînê xwe dixwazim.”
‘Wana rihê me îro winda kiriye, bila rihê me bidin me’
Hatîce di berdewama axaftina xwe de got ku heta hizmên wan bên dîtin wê bipirsin û dev ji têkoşîna xwe bernadin û wiha pêl da axaftina xwe: “Em hestiyê xizmên xwe dixwazin, bila ji me re aqûbeta wan bibêjin. Beriya vê jî birayê hevjînê min li hinda Dortyola navçeya Rêzana Amedê lêxistin û kuştin. Sucê me bi tenê ew e ku em kurd in. Ji ber ku em kurd in me dikujin. Me çi kiriye? Em heta ku li ser rûyê cîhanê sax bin aqûbeta windayên xwe em ê bipirsin. Ev wêneyên ku îro li vir in hemû yan bi zindî winda kirine. Wana rihê me îro winda kiriye, bila rihê me bidin me. Kesên ku hevjînê min birin, min jî birin. Çavên min girêdayî bû li ser rêya Mêrdîn û Çinarê ji min re gotin ku yan tu yê dev ji vê dozê berdî yan jî em ê te jî bikûjin û bişînin li gel hevjînê te. Li wir îşkence bi min kirin û ji min re gotin ku ger tu biaxivî û bidî televîzyonan em ê te dîsa bigirin. Em xwînê naxwazin, em azadiyê dixwazin”
Piştî Hatîce, Endamê Komîsyona Xizmên Windayan Hasan Yalçin aqûbeta Huseyîn Ertaşê ku di 8’ê Tirmeha 1995’an de ji aliyê 4 kesan ve hat birin û agahî jê nehat giritn hat pirsîn.
Piştî daxuyaniyê ji bo aqûbeta kesên windayan 5 deqeya rûtiştin û piştre çalakî bi dawî bû.