Di Netewa Demokratîk de Dîplomasî!

  • 09:04 13 Nîsan 2018
  • Rojane
Felek Mûsa 
 
QAMIŞLO - Rêvebera Navenda Têkiliyên Dîplomasiyê ya Kongreya Star Firyal Hesen derbarê dîplomasiyê û Netewa Demokratîk de nirxandin kir. Firyal diyar kir ku Netewa Demokratîk, bi jiyana komînal, rêveberiya xweser, civaka azad û bi jina azad tê misogerkirin. 
 
Rêvebera Navenda Têkiliyên Dîplomasiyê ya Kongreya Star Firyal Hesen a ku li ser Dîplomasiyê û Neteweya Demokratîk nirxandin kir diyar kir ku Netewa Demokratîk, bi jiyana komînal, rêveberiya xweser, civaka azad û bi jina azad tê misogerkirin. Feryal rola dîplomasiyê ya di netewa demokratîk de jî bi bîr xist û got ku di Netewa Deokratîk de şêwaza meşandina dîplomasiyê diguhere.  
 
Feryal girîngiya Netewa Demokratîk bi bîr xist û got ku ev proje ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Oclan ve li dijî netewdewletên desthilatdar ên yekparêz mîna Tirkiyeyê hatiye pêşxistin û ev tişt got: "Netewdewletên desthilatdar ên mîna Tirkiyeyê  nedxwestin ku li welatekî her netew bi ziman, çand û ola xwe bijî. Li dijî vê yekparêziyê cara yekem pirojeya Netewa Demokraîk  ji aliyê Rêberê PKK'ê  Abdualh Ocalan ve bû xwediyê fikir û felsefeya giranbiha. Ji ber ku li gorî vê projeyê li welatekî her netew dikare  bi ol, ziman û çanda xwe bi rengekî azad jiyaneke hevbeş bi neteweyên din ên li se axa wî welatî re bijî. "
 
Rastiya dîplomasiyê
 
Feryal li ser dîplomasiyê jî nêrîna xwe anî ziman ku wiha got: "Berê di navbera gelan de dîplomasî xurtir bû ji ber ku berê diplomasî ji bo şerê di navbera gelan de tê kirin bê rawestandin dihat kirin.  Lê  piştî ku netewdewlet bûn serdest dîplomasî ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîn û rola wê guhertin. Li ser berjewendiyên kesane gelek şer hat kirin û gelan ji ber vê dîplomasiya ku çewt hat bikaranîn gelek êş kişandin. Lê em wekî  gelê kurd  dîplomasiya xwe di netewe demokratîk de bi rengekî din didin meşandin û em dixwazin ku hemû gel sîstemeke federal bi hev re bidin meşandin."
 
Cûdabûna dîplomasiya netewa Demokratîk û Netew Dewletê
 
Firyal di nirxandina xwe de bal kişand ser dîplomasiya Netewa demokratîk û ya Netewdewletan û wiha got: "Dîplomasiya Netewa Demokratîk cûda ye.  Dîblomasiya navneteweyî ya heyî  ku her dewletekê bi netewekî bi sînor dike ji bo berjewendiyên şexsî ye. Lê Netewa Demokratîk têkiliyên wê bi her herêmê re hene. ji bo ku ev êrîşên dewletan li ser gelê kurd werin sekinandin,em dixwazin dîplomasiyeke bi vî rengî bidin meşandin. Jinê herî zêde rola xwe di dîplomasiyê de lîst. Me wekê Komîteya Dîplomasiya Kongreya Star,  xwe gihand hemû pêkhateyên ku li Rojava hebûn û me bi wan re  bi armanca ku ev êrîşên li ser gelê kurd  bên seknandin têkiliyên xwe xurt kirin."