Li Edeneyê mêrê ku îstismara zayendî pêk anî hat girtin

  • 13:59 11 Nîsan 2018
  • Rojane
EDENE - Li Edeneyê mêrê bi navê Halis Serbest ji ber ku li dijî 4 zarokan îstismara zayendî pêk anî hat girtin. 
 
Li Edeneyê mêrê bi navê Halis Serbest ji ber ku li dijî 4 zarokan îstismara zayendî pêk anî hat binçavkirin. Halis piştî îfadeya li Emniyetê sewqî dozgeriyê hat kirin. Piştî lêpirsîna dozgeriyê derket dadgehê. Halîs ji aliyê dadgehê ve bi hinceta "Îstismara bi nîtelîk a li dijî zarok" hat girtin.  
 
Hat hînbûn ku Halîsê ku hat girtin, stranbêj Bergen a ku 1989'an de bi wê re zewicîbû jî qetil kiriye. Hat diyarkirin ku Halis di demek nêz de ji girtîgehê hatibû tahliyekirin.