Meral Daniş Beştaş: Em hemû rojnamegerên dildar in
- 13:06 11 Nîsan 2018
- Rojane
STENBOL - Parlamentera DHP'ê Meral Daniş Beştaş, li dijî êrîşên li ser çapemeniya kurd bertek nîşan da û wiha got: "Em ê her yek ji me wekî rojnameger tişta tê jiyîn bi gel re parve bikin. Hemû pêkhateyên civakê rojnamegrên dildar in . Wê AKP nikaribe rastiyan ji gel veşêre."
Rojnameay Ozgurlukçu Demokrasî ji 27'ê Adarê ve ji aliyê TMSF'ê ve hatiye desteserkirin. Li gel deteserkrina rojnameyê bi ser malên xebatkarên wê de jî hat girtin û xebatkarên rojnameyê jî hatin binçavkirin û girtin. Duh ji 7 xebatkarên rojnameyê ku derxistin dozgeriyê derbarê 4 kesan de biryara girtinê hat dayîn. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş li ser êrîşên çapemeniya muxalîf a kurd nirxandin kir.
'Tişta tê kirin ne demokrasî ye'
Meral diyar kir ku AKP ji hemû tiştî ditirse û bi taybetî jî ji medyaya ku derew û polîstîayên wan deşîfre dike û diziya wan aşkera dike ditirse û dixwze ku .çapemeniyê ji bike yek reng û dengê kesên muxalîf qut bike. Meral destnîşan kir ku rewşa ruhî ya AKP'ê nebaş e û wiha berdewam kir: "Êrîşên li ser çpaemeniya azad,girtin, tayînkirina qeyûm a ser rojnameyê û girtina rojnameger û xebatkarên çapxaneyê nayê qebûlkirin û tu eleqya wê bi demorasiyê re tune ye."
'Hewldana AKP'ê vala ye'
Meral a ku got ew ê piştevaniya çapemeniya azad bikin di berdewamiya axafitna xwe de wiha got:"Em her yek ji me em pêkhateyên civakê her yek ji me em rojnamegerên dildar in û em ê parvekirina binpêkirinên mafan berdewam bikin. AKP wê nikaribe rastiyan ji gel veşêre. Ji xwe em vê tundiyê bi êrîşên li ser dawetên me, bi nesitendina kîloyek got ya ji mala xwe re û bi serdegirtinêm bi ser şînên xwe de dijîn. Nenivîsandina van hemûyan nayê wateya ku wê hayê gel ji van hemûyan tune be. Hewldana AKP'ê vala ye û wê bi ser nekeve."