Welat a nehatiye çapkirin derbarê wê de biryara komkirinê dan
- 15:49 10 Nîsan 2018
- Rojane
AMED - Tekane Rojnameya Kurdî Welat, piştî çapxaneya Gunê hat desteserkirin, ji ber zextên li ser çapxaneyan nehat çapkirin. Dadgehê derbarê hejmarên Rojnameya Welat ên 17, 19 û 29'ê Adarê de biryara komkirinê da.
Tekane Rojnameya Welat piştî polîsan bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gunê desteser kir û qeyûm tayin kir û xebatkarên çapxaneyê binçav kirin, cihê ku lê çapê bike nema. Ji ber çapxane hat desteserkirin û çapxaneyên din deriyê xwe venekirin Rojnameya Welat nikare bê çapkirin. Ji 30'ê Adarê û şûnde êdî dest bi weşana li ser malpera înternetê dike û dawî li weşana nivîskî ya li ser kaxizê anî.
2'emîn Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Mêrsînê derbarê hêjmarên 17, 19 û 29'ê Adarê yên Rojnameyê de biryara komkirinê da. Vê carê 1'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Wanê jî derbarê heman hêjmaran de biryara komkirinê da. Dadgehê di 3'ê Nîsanê de tevî ku rojname nedihat çapkirin jî ev biryar girt û ev balkêş e dema nedihat çapkirin biryara komkirinê dan