Kesên ku Zanîngeha Boagzîçiyê hedef nîşan dan bila lêborînê bixwazin

  • 15:48 10 Nîsan 2018
  • Rojane
ÎSTANBUL - Malbatên xendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê ku gotin "Lokumê Komkujiyê nabe" û hatin girtin di daxuyaniya ku dan de gotin; "Kesên ku Zanîngeha Bogazîçiyê hedef nîşan dan bila lêborînê bixwazin."
 
Malbatên xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê ku li dijî kesên lokum ji bo Efrînê belav krin bertek nîşan dan û gotin "Lokumê komkujiyê nabe"  ku piştî ji aliyê Tayyîp Erdogan ve hedef hatin nîşandan hatin girtin  Li Odeya Tabîban a Stenbolê (ÎTO) civîna çapemeniyê li dar xistin.  Ligel malbatên xwendekaran , Serokê DÎSK'ê Kanî beko, Serokê Odeya Yekitiya Tabîban  Reşît Tukel Hevserokên KSK'ê Aysun Gelzen û Mehmet Bozgeyîk, Parlamenterê HDP'ê  Sirri Sureya Onder, Akademîsyen Gencay Gursoyê endama DÎB'ê Nesrîn Nas, Serokê Lijneya Rêevberiya TMMOB'ê  Emîn Koramaz,  Serokê Devrîmcî Partiyê Musa Pîroglu jî tevli bûn.
 
'Ev provokasyon e'
 
Bavê xwendekarê giritî ê Denîz Yilmaz Bulent Yilmaz  ku di civînê de axivî diyar kir ku piştî demeke dirêj a binçavkirinê 10 zarokên wan hatine girtin û yên mayî bi şertê kontrola edlî hatine berdan û wiha berdewam kir: "Standa ku bi navê 'Lokumê Efrînê hat vekriin' îro diyarbûye ku pirovokasyon e.   Bi avakirina vê standê re koma ku got 'Lokumê şer nabe'  jî wêneyên kesên di wê komê de hat kişandin û wêne hatin serwîskirin vê provokasyonê piştrast dikin."
 
'Keça min aştîxwaz bû'
 
Dayika Yaren Tuncer a xwendekara girtî  Ozgur Tuncer jî wiha got: "Keçamin li dijî hemû neheqiyan bû. Nedixwest ku dayik bigirîn.  Bila zarokên me bikaribin azad biaxivin. Keça min aştîxwaz bû."
 
'Em bi hevalên xwe şanaz in'
 
Tîlbe Akan a ku li ser navê xwendekarên Bogazîçiyê axivî jî ev tişt got: "Em bi hevalên xwe şanaz in. Wan tu tiştekî xirab nekiriye û tiştên baş kirine. Ji ber ku li dijî neheqiyan dengê xwe bilind kirin û bêdeng neman hatin girtin. Em ê bibin dengê wan û li her cihî bin."