Daneşîna doza leşkerên Surmî qetil kirin hat taloqkirin

  • 13:50 10 Nîsan 2018
  • Rojane
COLEMÊRG - 4'emîn danişîna doza leşkerên ku Surmî Înce ya di 18'ê Tîrmeha 2016'an de li Geverê ji aliyê wan ve hat kuştin hat dîtin. 
 
Surmî Înce, di 18'ê Tîrmeha 2016'an de li bajarokê Xirvatê yê Gevera Colemêrgê dema ku tevî hevjînê xwe xwarin ji zarokê xwe re dibir ji aliyê leşkerên ku ji wesayitên zirxî derketin ve hat gulebarankirin û di gulebaranê de jiyana xwe ji desta dabû. Yekemin danişîna doza leşkerên ku Surmî qetil kirin di 8'ê Hezîranê de li Dadgeha Cezayê Giran a Geverê hatbû dîtin. Kurê Surmiyê, Bunyamin Înce parêzeriya dozê kiribû. Bunyamîn Înce diyar kir ku dema dayika wî hatiye kuştin leşkerek hatiye girtin, lê niha ew leşker jî berdane. 
 
4'emîn danişina dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Geverê hat dîtin. Di danişîna dozê de parêzerê Surmî Înce û di heman demê de kurê we Bunyamin Înce û parêzerên leşkerên bersûc amade bûn. Hevjînê Surmi Înce Hasan İnce, xwest bersûc bên cezakirin. Parêzerê SurmÎ İnce jî diyar kir ku dema bûyerê 8 leşker hebûn û xwest hemû leşker bên darizanidn. 
 
Prz. Bunyamin Înce ani ziman ku 8 leşker bêyî tiştek hebe gule barandine û heta niha der barê wan de û der barê cihê bûyerê de tu lêkolîn û lêpirsîn nehatye kirin û gav nehatiye avêtin. Bunyamîn xwest lêkolîn bê kirin û hemû leşker bên darizandin û cezakirin. Heyeta dadgehê piştre doz taloqî 15'ê Gulanê kir.