Derbarê Edîtorên Ozgurlukçu Demokrasiyê de biryara girtinê
- 13:36 10 Nîsan 2018
- Rojane
STENBOL - Ji xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê ya ku ji aliyê TMSF'ê ve hat desteserkirin 2 jê hatin berdan û 5 kes jî hatin girtin.
Xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê ku ji aliyê TMSF'ê de qeyûm tayînî wê hat kirin 7 kesên ku hatibûn binçavkirin îro derxistin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Dozgeriyê derbarê nedîm Demîrkiran û Mehmet Beyazit de bi şertê kontrola edlî biryara berdanê da û 5 xebatkarên rojnameyê ku di nav wan de edîtor jî hebûn bi daxwaza girtinê sewkî dadgehê kirin.
Hat diyarkirin ku lêpirsîna 5 rojnamegeran wê ji aliyê 3'emîn Dadgeriya Sulh Cezayê ve bê kirin.
Xebatkarên rojnameyê yên ku sewkî dadgehê hatin kirin navê wan wiha ye: Edîtor Mehmet Alî Çelebî, Reyhan Hacioglu, Hîcran Urun, xebatkar Pinar Tarlak û Ramazan Sola ye.