Malbata Suaviyê ku li Silopiyayê maşîneya zirxî lê ket gotin: Em dev jê bernadin
- 12:42 10 Nîsan 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Nesrîn Kiliç a ku li Silopiyayê maşîneya zirxî lê ket û di encama lêketina maşîneyê de ew û zarokê wê birîndar bûn anî ziman ku wê hîn ew şoka ji ser xwe neavêtiye û got:"Herî dawî destê zarokê min bi destên min girêdayîbû, hemû tişt di carekê de qewimî." Malbata Suavî anî ziman ku ew dev ji vê yekê bernadin û ew ê serîlêdana sûc bikin.
3 roj berê li Silopiyayê maşîneya zirxî li Nesrîn Kiliç û zarokê wê ketibû. Nesrîna ku ew rakirin Nexweşxaneya Silopiyayê piştî ku taburcu bû anî ziman ku wê hîn şoka lêketina maşîneya zirxî ji ser xwe neavêtiye. Ji ber lêdana maşîneya zirxî lingên Suavî yê çepê hat jêkirin û ji ber ku rewşa wî nebaşbû ew rakiribûn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Konyayê. Nesrînê anî ziman ew hêvî dike ku zarokê wê baş bibe.
'Herî dawî destê zarokê min di destê mi de bû'
Nesrîna ku zarokê xwe yê ku lingê wî jêbû meraq dike wiha got:"Herî dawî destê zarokê min di destê mi de bû. Dema ku ez hişyar bûm min dît ku ez li nexweşxaneyê me."
'Em ê serîlêdana sûc bikin'
Şahidên bûyerê anî ziman ku dema ku maşîneya zirxî li Nesrînê û zarokê wê ketiye demildest ji cihê bûyerê dûr ketiye. Malbata Nesrînê anî ziman ku ew dev ji vê bûyerê bernadin û ew ê hem doza aborî hem jî ya manevî li wan veke.
Li Şirnexê ji 2010'an heta niha bi maşîneyên zirxî 6 zarok hatin qetilkirin û 3 jin jî birîndar bûn.