Di doza Burcu Çelîk Ozkan ku ji nû ve hat dîtin de 5 sal ceza
- 12:41 10 Nîsan 2018
- Hiqûq
ERZEROM - Piştî ku biryara Dadgeha Xwcihî ya derbarê Burcu Çelîk Ozkan de da hat îptalkirin, di doza biryarê ya ku ji nû ve Burcuyê jê hat darizandin de bi giştî 7 sal, 3 meh û 10 roj ceza lê hat birîn.
Di doza biryarê ya ku derbarê Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê Burcu Çelîk Ozkan de ku piştî 6 sal cezayê wêyê ji aliyê 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran ve hat îptalkirin de daneşîna wê ya duh li 2'emîn Dadgeha Cezayê giran a Erzeromê hat dîtin. Burcu ji ber ku bi lalafirê ji Girtîgeha Kandirayê ya hejmar 1 a Ewlehiya Wê zêde hat anîn doza wê ya ku divê di 13.00'an de bihata dîtin 2 saetan dereng hat destpêkirin. Di daneşîna Burcuyê de Wekîla Koma Serokê HDP'ê Fîlîz Kerstecîoglu û parlamenterê Mêrdînê Erol Dora û parêzerên wê jî amade bûn.
'Axaftinên min hatin berovajîkirin'
Burcu ya ku parastina xwe kir wiha got: "Ez ji ber xala 20'emîn a ku ji bo demekê aht gurhertin a xala 83'yan a Qanûna bingehîn îro têm darziandin. Destnedana min tenê ji ber vê darizandinê hat rakirin û derbarê min de 4 sucdariyên din hene. Ji van 3 ji ber tevlibûna min a taziyeyan e. Delîlên di dosayê de têra cezakirina min nakirin. Delîlekî şênber derbarê tevlibûna min a taziyeyan de tune ye. Axaftinên min ên ji bo kefxwşiya serketin hilbijartinê wekî delîlên suc hatine nîşandan û hatine manîpulekirin. Em li dijî şîdetê ne."
Piştî parastina parêzeran Daîreya 2'emîn a Cezayê derbarê bûrcuyê de bi giştî 7 sal, 3 meh û 10 roj ceza birî ji ber rêbaza cezayê ya CMK'ê ev ceza hat daxistin û 6 sal cezqa li Burcuyê hat birîn.
Parêzerên Burcuyê diyar kirin ku ewê cezayê hatiye birîn bibin dadgeha bilind.