Li Kampa Berxwedanê navenda Kongreya Star hat vekirin

  • 11:52 10 Nîsan 2018
  • Rojane
Lîlav Elî-Tolîn Muhemed 
 
ŞEHBA - Ji bo çareseriya pirsgirêkên jinê û birêxistinkirina wan, li Kampa Berxwedanê ya Şehbayê navenda Kongreya Star hat vekirin.
 
Ji bo çareseriya pirsgirêkên jinê û birêxistinkirina wan, li Kampa Berxwedanê ya Şehbayê navenda Kongreya Star hat vekirin. Endama Rêveberiya Kongreya Star Emîne Sulêman anî ziman ku ji siberojek azad û ji bo ku jin neçewise û bikaribe ku ji pirsgirêkên xwe re çareseriyê bibînin me navenda Kongreya Star li Kampa Berxwedanê vekir. 
 
Emîneyê bi lêv kir ku tevî zor û zehmetiyan jin li Şehbayê xwe bi rêxistin dikin û ji bo mafê xwe berxwe didin û got:"Dewleta dagirker a Tirkiyeyê ku bû sedema koçkirina bi hezaran gelê Efrînê dê tu carî negihêje armanca xwe. Gelê Efrînê ku li Şehbayê bi cih bûne dê tu carî dev ji çand û zimanê xwe bernedin û serî netewînin. Li Şehbayê ji bo gelên me yên koçber bûne çi alîkarî ji destên me tê em dikin. Ji bo zarokan jî dibistan hat vekirin. Dê ji bo gelê Efrînê xebat û xizmetên me bidomin."