Operasyona Cûdî û Gabarê ket roja 6'emîn

  • 11:12 10 Nîsan 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Operasyona Cûdî û Gabbarê bi beşdarbûna bi hezaran leşker û cerdevanan ket roja 6'emîn. Hat diyarkirin ku ji herêmê dengên çekan tên.
 
Piştî ku li Şirnexê 58 herêm wekî "Herêma Ewlehî ya Taybet" hat îlankirin li Cûdî û Gabbarê operasyon dest pê kir. Bi beşdarbûna bi hezaran leşker û cerdevanan operasyon didome. Di çarçoveya operasyona ku ket roja 6'emîn de li gelek herêman ketin û derketina li herêmê hat qedexekirin. 
 
Koçerên li zozanan tê dûrxistin û cotkarên ku dixwazin erdê xwe biajon tên astengkirin. Li gor jêderkên herêmî hat diyarkirin ku li herêmê dengên çekan tên lê derbarê vê yekê de hîn agahiyek zelal nehatiye bidestxistin.