Li Dêrikê Parlamentoya Gelan hat vekirin

  • 10:51 10 Nîsan 2018
  • Rojane
DÊRIK - Li Dêrikê ji aliyê Lûtkeya Cîhanê ve bi şahiyekê parlamentoya gelan hat vekirin. 
 
Li bajarê Dêrikê ya girêdayî Kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê bi pêşengtiya  Lûtkeya Cihanê ya nû û bi alîkariya Şaredariya Gel a Dêrikê Parlamentoya Galan bi beşdarbûna  bi sedan pêkhatên herêmê, sazî û rêxistinên civakî, rêveberiya xweser û bi şahiyekê hat vekirin.
 
Li ser navê Rêveberiya Kongreya Cîhana Nû Uonas Stal axivî û got:"4 sal berê em derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn û me şoreş û demokrasiya li vir nas kir. Me ji wê demê heta niha dixwest ku di çarçoveya jiyanek azad, wekhev û herkes cihê xwe tê de bibîne, em projeya parlamentoya gelan ava bikin. Dema ku me got em ê vê projeyê pêk bînin, em di bin bandora felsefeya Abdullah Ocalan de jî man. Vê yekê jî rê li şoreş û pêşketina Rojavayê Kurdistanê vekir."
 
Her wiha li ser navê Şaredariya Dêrikê Rojîn Çeto û li ser navê Desteya Şaredariyan Sema Bekdaş axivîn û diyar kirin ku sîstema demokratîk a Rojavayê Kurdistanê di dîrokê de gaveke nû pêş xist û ji bo afirandina jiyanek nû ji şoreşa jinê jî feyz hat girtin. 
 
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.