‘Zextên li ser girtiyan di demên dawîn de gelek zêde bûne’

  • 09:03 10 Nîsan 2018
  • Rojane
Rojda Aydin
 
AMED - Di girtîgehan de zext û îşkence zêde dibin û mafên girtiyan tên binpêkirin. Fatma Îbîcek anî ziman ku rewşa girtiyan di demên dawiyê de gelek xira bûye û got ku lewra jî divê demildest ev rewş bê çareserkirin, an na wê cenazeyên  zarokên me ji girtîgehan derbikeve.
 
Li girtîgehên ku piştî rewşa awarte (OHAL) zextên li ser girtiyan zêde bûn, pêkanînên kêfî  û binpêkirinên mafan jî berdewam dikin. Dayika girtiyê bi navê Aslan Îbîcek ku 30 sal ceza jê re hatiye birîn û ev 22 sal e di Girtîgeha Konyayê de tê girtin, Fatma Îbîcek anî ziman ku kurê wê di girtîgehê de rastî zextan tê û li tevahiya girtiyan îşkence  tê kirin.
 
Fatma wiha bahsa pêvajoya girtina kurê xwe kir: “22 sal berê polîsan bi ser mala me de girt û kurê min xistin binçavan. Piştî binçavkirinê derxistin dadgehê û jê re 30 sal ceza hate birîn û ev 22 sale jî di girtîgehê de ye. Hîn 9 salên din cezayê wî yê girtîgehê heye. Kurê min pêşî di girtîgeha Amedê de bû piştre sirgûnî girtîgeha Çewlig û piştre jî sirgûnî girtîgeha Karamanê hat kirin û ev nêzî 4 meh e jî sirgûnî Girtîgeha Konyayê hatiye kirin. Kurê min hetanî niha sirgûnê pênc girtîgehan hatiye kirin. Ji ber ku rewşa min a aborî ne başe ez nêzî du sale nikarim biçim hevdîtina kurê xwe.  Lê ez her roj bi rêya telefonê pê re diaxivim.”
 
‘Mafên wan tên binpêkirin’
 
Fatmayê diyar kir ku kurê wê bi telefonê jê wê re gotiye ku zext û îşkence li wan tê kirin û wiha pê de çû: “Kurê min ji min re got ku di girtîgehê de li dijî wan di demên dawîn de zext gelek zêde bûne û heqeret li wan tê kirin. Her wiha di girtîgehê de xwarin kêm ji  girtiyan re tê dayîn û carna jî qet nayê dayîn. Mafên wan ê ragihandinê ji destên wan hatiye girtin û destûr nayê dayîn ku radyoyê jî bi kar bînin. Gelek pêkanînên dijmirovî ku li girtiyan tên kirin ku kurê min nikare li ser telefonê bibêje hene.”
 
‘Em kurd bi salane azadiyê dixwazin’
 
Fatma di dawiya axaftina xwe de got ku ew dixwazin zext û îşkenceyên ku di girtîgehan de tên kirin bi dawî bibin û  wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ger zext û îşkence di girtîgehan de bi dawî nebe wê demê wê j girtîgeha cinazeyên zarokên me derbikevin. Lê belê dewleta tirk vê rewşê li ber çavan nagire û her ku diçe di girtîgehan de zextan gelek zêde dike. Erdogan çi ji me kurdan dixwaze. Hem li girtîgehan û hem jî li derve her êrîşî me kurdan dike. Zarokên me ji ber berxwedana azadiyê di girtîgehan de ne. Ji ber ku em kurd bi salan e azadiyê dixwazin. Em hetanî vê rojê bi bedelên giran hatine. Lê em tucarî gavê paşve navêjin. Zarokên me li dijî neheqiyê li ber xwe dan û hîn jî li ber xwe ddin. Em jî li pişt zarokê nxwe ne û wan tenê nahêlin."