Li Serhedê tov biharê bi destên jinan li axê tê reşandin
- 09:01 10 Nîsan 2018
- Ekolojî
Zeynep Durgut
WAN - Bi hatina biharê û derketina tavê re rojê rûyê xwe nîşanî jinan û axê da. Her sal li Serhedê jin bi çandiniyê demsala biharê pêşwazî dikin. Tovên ku bi destê jinan li axê tên reşandin di demeke nêz de li bendê ye ku berheman bidin.
Li Wanê bi hatina biharê re li taxan jinan dest bi çandinê kir. Ji ber ku demsala zivistanê li Herêma Serhedê sar derbas dibe, jin bi derketina rojê û bi hatina demsala biharê re li bexçeyan û zeviyên xwe dest bi çandiniyê dikin. Li taxa Bostaniçiyê ax bi destê jinan ji nû ve zindî dibe. Jinên ku ji her cûreyên fêqî, zebze û daran diçînin bi kêfxweşiyeke mezin karê xwe dikin.
‘Kêfa min pir zêde ji çandiniyê re tê’
Jina ku li taxê di zeviyê de çandiniyê dike a bi navê Zeynep Kadak, anî ziman ku ew her sal bi çandiniyê demsala biharê pêşwazî dikin û wiha axivi;”Demsala zivistanê li vir pir zehmet derbas dibe. Ji ber ku zivistanê gelek berf dibare, heyanî dihele ew berf pir wext distîne. Ji bo ku tov şîn bibe divê rûyê axê bê dîtin. Ji ber ku em li benda helîna berfê dimînin em sal dereng dest bi çandiniyê dikîn. Ez niha çandiniyê dikim lê dibe ku di vê demsalê de jî berf bibare û tovên min çandine di bin de birizin. Lê dîsa jî em çandiniyê dikin û di demsala biharê de karê me zêde dibe. Em her roj serê sibehê zû radibîn û zeviyan dikolîn û çandiniyê dikîn. Ez ji demsala biharê pir zêde hez dikim ,ji ber ku mirov bêhna axê û rûyê axê herî zêde di vê demsalê de dibîne. Ez ji her fêqî, zebze û daran diçînim. Dixwazim ku hem fêqiyên me û hem jî zebzeyê me xwezayî be. Ez naxwazim fêqî û zebzeyên sûkê û bazaran bikirim. Ji ber ku ji bo tendirustiyê ne baş in.”
‘Demsala biharê mizgîniya şiyarbûna xwezayê ye’
Sarya Beydûz jî bi lêv kir ku demsala biharê şiyarbûna xwezayê ye û got ku ax, xweza ji bo wan pir bi wate ye û wiha got:”Di demsala biharê de herî zêde jin dixebitin. Ji ber ku mijûlbûna bi axê û xwazayê re kêfxweşiyeke cûda dide jinan. Bihar li Wanê dereng tê. Lê em çawa rûyê axê dibînîn, em merên xwe digirîn û dest bi kolandin û çandiniyê dikîn. Ji ber ku di salên 90'î de gundê me hatin valakirin û em ji mecbûrî derbasî bajaran bûn Em niha li taxên bajêr ku em lê dijîn çandiniya xwe berdewam dikin. Ji ber ku sebra min bêyî xwazayê, ez li ku derê bim çandiniyê dikim. Demsale biharê mizginiya şiyarbûna xwezayê ye.”
'Em nahêlin ku se jiyana me beton bikin'
Esmer Atilgan jî diyar kir ku derdorên wan hemû kirîne beton û got ku ji bo ku xweza nemire her çandina darekm û sebzeyekê jiyana mirov rizgar dike û wiha berdewam kir;”Ez û xesiya xwe her sere sibehê dest bi çandiniyê dikîn. Piştî ku bihar tê em di serî de zeviyan dikolin û Piştî kolandinê em tov diçînin. Tovên ku di demsala biharê de tên çandin pir zû şîn dibin. Ji ber ku ax hîna şile tov jî zû şîn dibe. Li taxa me di demsala biharê de hemû jin çandiniyê dikin. Em bi çandiniyê bêhtir xwe nêzî xwezayê dikin. Her çandinek tê wateyê rizgarkirina jiyanek nû. Ji bo ku ser jiyana me beton kekin divê, em li her kolanek û taxekê baxçeyekî çêbikin.”