ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2018'AN
- 09:00 10 Nîsan 2018
- Rojev
*Nebahat Ozan ya di temenê biçûk de hat zewicandin û rastî îstîsmara zayendî û şîdeta sîstematîk hat, çîroka wê bersivek li dijî zîhniyeta mêr ya desturê mehra olî dide miftiyan. Nebatê zewaca xwe wek bi zindî bikeve gorê bi nav dike û wiha got: “Divê jin li dijî zewaca zarokan têbikoşin. BI DÎMEN
*Li gorî daneyên TUÎK’ê di navbera 2014-2016’an de 9 hezar û 479 kesî hewl daye întîxar bike. Psîkolog Pelîn Balci diyar kir ku şer û krîza aborî ev dane zêde kirine û piranî nifûsa berbi întîxarê ve diçe ciwanên di navbeta 20-24’an de û sedema vê jî eve ku ji kêmasiya ewlehiya dewletê pêk tê. Li gorî Pelînê di pêvajoya bi pevçûn a 2 sale berdewam dike xwîn û beden bê sansur tê nîşandan û ev jî mirinê normal dike.BI DÎMEN
Endama Lijneya Rêveberiya Baroya Îzmîrê parêzer Îlke Erol diyar kir ku di sûcên îstîsmara zayendî de di darazê de hewcedarî bi veguhestina zîhnî heye û wiha got: “Di pergala daraza şaş a pêk tê de zarok xwe tenê hîs dike. Ev rewş di pêşerojê de di alî psîkolojî û pêşketina zarokan de pirsgirêka mezine.”
* Bi hatina biharê û derketina tavê re rojê rûyê xwe nîşanî jinan û axê da. Her sal li Serhedê jin bi çandiniyê demsala biharê pêşwazî dikin. Tovên ku bi destê jinan li axê tên reşandin di demeke nêz de li bendê ye ku berheman bidin. BI DÎMEN
*Di girtîgehan de zext û îşkence zêde dibin û mafên girtiyan tên binpêkirin. Fatma Îbîcek anî ziman ku rewşa girtiyan di demên dawiyê de gelek xira bûye û got ku lewra jî divê demildest ev rewş bê çareserkirin, an na wê cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derbikeve.BI DÎMEN
*Jinên Rahijmend ku ew ê bi lîsteya Kesk di bin banê Hewldana em bi hev re Amedin tevli hilbijartina DTSO'yê ya ku wê di 14'ê Nîsanê de bê kirin bibin diyar kirin ku ew ê Mecliseke Jinan ava bikin û anîn ziman ku divê di qada kar de jin bêjitir xwedî gotin bin.
*Netewa-Demokratîk ji her aliyan dewlemendî û pirçandiyê diparêze. Loma li dijî netewperestî û faşîzmê alternatîfek berbiçav e. Li Bakurê Sûriyeyê niha mînaka wê ya herî şênber xwe dide diyarkirin. Ji şer heta sîyasetê di her qadê de pêwendiyên gel bi rengekî demokratîk, bi hev re heye. Loma divê wateya Netewa-Demokratîk baş bê fêmkirin.