Şandeya KNK’ê Gihişte Şengalê

  • 17:14 9 Nîsan 2018
  • Rojane
Ehlam Hecî
 
Heyetek ji KNK'ê ku ji 25 kesên ji tevahiya Kurdistanê pêk tê, seredana Partiya Azadî û Demokratîk ya Êzdiyan (PADÊ) kir. Heyet jî aliyê nûnerên PADÊ,MXDŞ û Desteya Rêveber ya Şengalê ve hat pêşwazîkirin.  Herwiha heyet piştre wê biçe serdana MXDŞ'ê  jî bike. 
 
Heyeta ku çû serdana saziyanji nûnerên Hizba Komunîst a Kurdistanê, Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê, Eniya Demokrasiya Gel, Meclisa Demokratîk a Gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) û Pêşmergeyên Dêrîn pêk tê.
 
Armanca serdana heyeta  KNK’ê şermezarkirina gefên dagirkeriyê yên dewleta tirk û Erdogan ên li ser Şengalê ne.