Mêrê ku îstismara zayendî pêk anî hat girtin

  • 15:13 9 Nîsan 2018
  • Rojane
ENQERE - Mêrê bi navê A.T ji ber ku li dijî zarokan îstismara zayendî pêk dianî ji aliyê dadgehê ve hat girtin. 
 
Hat hînbûn ku mêrê bi navê A.T li Enqereyê li ser medyaya civakî bi hesabên ne rast zarok xapandine, îstismar li wan kiriye û ew tehdîd kiriye. Li ser îxbarê A.T hat şopandin û serê sibehê hat girtin. 
 
A.T ji aliyê dadgehê ve hat girtin û ew şandin girtîgehê. Hat hînbûn ku berê jî ji ber 5 sûcan û îstismara zayendî sabikaya A.T heye.