Ji mafên mirovan û rêxistinên jinan banga Efrînê: Dawî li vê bêdengiyê bînin
- 13:50 9 Nîsan 2018
- Rojane
Lîlav Elî-Tolîn Muhemed
ŞEHBA - Rêvebira "Kampa Berxwedanê" anî ziman ku pêdiviyên taybet ên koçberên kampê hene û got divê rêxistinên jinan û rêxistinên alîkariyê vê bêdengiya xwe bi dawî bîne û were li kampê lêkolînê bikin.
Ji ber êrîşên dewleta tirk bi sedhezaran gelê Efrînê mecbûr man ku koçî Şehbayê bikin. Ji bo pêdiviyên gel bi hevkariya Rêveberiya Xweser a Efrînê û Kantona Şehbayê "Kampa Berxwedanê" hat avakirin. Cihan Muhammed a ku di rêveberiya kampê de cih digire bal kişand ser pêdiviyên gelê Efrînê û bêdengiya rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên jinan rexne kir.
'Me 700 kon vegirt'
Cîhanê behsa berxwedana gel kir û bi bîr xist ku gelê Efrînê mecbûrî koçberiyê hatiye kirin û got:"Gelê ku bi komkujiyê rû bi rû man berê xwe dan Herêma Şehbayê. Li vir hinekî gel li Kampa Berxwedanê ya ku me ava kiriye dimînin. Li kampê heta niha me 700 kon vegirt. Li gor texmînê 250 hezar kes di kon de dimînin. Tevî vê hejmarê pêdiviyên gel jî zêde ne. Amûrên tibbî, derman, bi taybet jî pêdiviyên jin û zarokan."
'Tevî hemû şerd û mercên neyînî jî gel berxwe didin'
Cîhanê anî ziman ku tevî hemû zehmetiyan gel ji bo jiyanek hevpar berxwe didin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Gel tevî vê tabloyê jî di warê serîhildanê de bi biryar in. Divê hemû hemû rêxistinên mafên mirovan, rêxisitinên alîkariyê û yê jinan dawiyê li vê bêdengiya xwe bînin. Bila werin gelê li Kampa Berxwedanê dijîn li cihê xwe bibînin."