Li Kampa Xankê jinek Êzidî hat revandin û qetilkirin

  • 12:57 9 Nîsan 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinek Êzidî ku li Kampa Xankê ya Dihokê dima hat revandin û piştre hat qetilkirin. 
 
Jina bi navê Necat Berces ku li Kampa Xankê ya Dihoka Başûrê Kurdistanê dima, ji aliyên kesên nasnanmeya wan ne diyar ve hat revandin. Termê Necatê li nêzî Robara Xankê hat dîtin. 
 
Derbarê bûyerê de polîsê Dihokê dest bi lêpirsînê kir. 
 
Her wiha Necat Berces a ji Xanesora Şengalê ye di 2014'an de ji ber êrîşên komkujiya çeteyên DAÎŞ'ê neçar mabû ku bireve Dihokê.