Dema binçavkirina edîtor û xebatkarên rojnameyê hat dirêjkirin
- 11:48 9 Nîsan 2018
- Rojane
STENBOL - Dema binçavkirina Edîtor û xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî a 7 kesan hat dirêjkirin.
Li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji aliyê 7'emîn Dadgeriya Sulhê ve di 28'ê Adarê de qeyûm tayînî rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun hat kirin û dewrî TMSF'ê hatin kirin. Di 28'ê Adarê de 20 xebatkarên çapxanyeê û xwediyê Îmtîyazê yê Ozgurlukçu Demokrasiyê û Berpirsiyarê Karên Nivîsan ku hatin binçavkirin û hatin dadgehkirin hatin girtin.
Di çarçoveya operasyonê de di 4'ê nîsanê de xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasî û edîtorên ku di serdegirtina malên xwe de hatin binçavkiri nMehmet Alî Çelebî, Reyhan Hacioglu û Hîcran Urun, xebatkarên rojnaemyê Pinar Tarlak, Ramazan Sola û Nedîm Demîrkirina û ji xebatkarên rojnameyê yên berê Mehmet Beyazid jî piştî îfadeyên wan ên li emniyetê li bendê bû ku îro sewkî dozgeriyê bên kirin. Lê hat aşkerakirin ku dema binçavkirina Edîtor û Xebatkaran ji aliyê dozgeriyê ve hatiye dirêjkirin.
Li bendêye ku kesên di bin çavan de tê girin sibe derxînin dozgeriyê.