Li Enqereyê li dijî FKF û EMEP'ê operasyon: 7 binçavkirin
- 11:05 9 Nîsan 2018
- Rojane
ENQERE - Polîsan li Enqereyê bi ser malên endam û rêveberên EMEP û FKF'ê de girtin û gelek kes binçav kirin.
Polîsan serê sibê bi ser mala Rêveberê Partiya Kedê (EMEP) yê Enqereyê Rustem Kahraman û rêvebera EMEP'ê ya Navçeya Yenimahalle Ozlem Boyraz Ozel de girtin. Polîsan piştî li mala rêveberan lêgerîn kir, Rustem û Ozel binçav kirin. Hat zanîn ku ji ber parvekirinên medya civakî hatine binçavkirin.
Polisan bi ser malên endamên Federasyona Klubên Fîkrê (FKF) de jî girtin û 5 kes binçav kirin. Hat diyar kirin ku polîsan bi hinceta parvekirinên medya civakî bi ser malen endamên FKF'ê de girtine. Polîsan endama MYK ya FKF'ê Deniz Aydin jî di navde 5 kes binçav kirin.