ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2018'AN
- 09:00 9 Nîsan 2018
- Rojev
* 255 kedkarên Şaredariya Rêzanê ku di nav wan de jin jî hene di encama “birêkûpêkkirina taşeronê” de ji kar hatin derxistin. Jinan anî ziman ku ev tiştê tê kirin neheqî û bêhiqûqî ye û anîn ziman ku wan li dijî vê neheqiyê çalakiya nobetê dane destpêkirin.DÎMEN HEYE
*Hevseroka SES’ê ya Amedê Gonul Adibellî der barê pirsgirêkên qada tenduristiyê de nirxandin kir û diyar kir ku di çarçoveya veguhestina tenduristiyê de mafê tenduristiyê bi giştî ji holê hatiye rakirin.
*Li herêma Serhedê gel bi xwedîkirina pez debara xwe dike. Ji ber OHAL û qedexeyên hikûmetê zozanên heremê li welatiyan hatine qedexekirin. Welatiyên ku her sal di demsala biharê de pezê xwe dibin zozanan îsal ji ber qedexeyan li taxan pez xwedî dikin. DÎMEN HEYE
*Derhênera ciwan Eylem Kaftan, ji bo fîlmê xwe yê çêkirî ket nav tevgerê. Eylemê rêbaza çêkirina fîlm wek ‘pir bawerî, pir xebat û fedakarî’ bi nav kir û got fîlmçêker ji derhênerên jin bawer nakin.
*1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê li şûna ku îfadeyên zaroka rastî îstîsmara zayendî hatiye û psîkologa got ev îfade rastin, esas bigire, biryara bereattê ji bo gumanbarê îstîsmara zayendî da.