Rêze çalakiyên hefeteya zarokan didomin

  • 18:24 8 Nîsan 2018
  • Rojane
KOBANÊ - Çalakiyên Hefteya zarokan ku bi pêşenigya rêxstina Kongireya Star hatbûn destpêkirin di roja xwe ya 2'emîn de didomin. Ev çalakî ji ber ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan zarok di xewna xwe de dîtbûn tên lidarxistin.
 
Çalakiyên kongira star ku ji bo zarokan hatbûn destpêkirin îro di roja xwe 2'emîn berdewam kirin. Di vê çarçoveyê de jî îro bi dehan zarok li girê Kaniya Kurdan ku bi navê gire Şehîdên Pirsûsê tê naskirn kom bûn û bi daxuyaniyekê şehîd bi bîr anîn. Çawa ku şehîdên komkujiyê ji bo zarokên Kobanê diyarî dianîn îro zarokên Kobanê jî ew bi daxuyaniyekê bi bîr anîn. 
 
Zarokan posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hilgirtbûn, zaroka bi navê Şêrîn Şêx Xidir jî daxuyanî xwend.
 
Daxuyanî wiha ye:"Em li ser navê zarokên Kobanê vê rojê pîroz dikin û bi taybet jî li zarokên Efrînê pîroz dikin.  Di meha Nîsanê de bi rojbûna Rêber Apo dest bi hefteya zarokan kir. Ji ber ku seroketiyê em  di xewna xwe de dîtin û ji bo vê jî ev roj ji bo zarokan weke rojeke pîroz e.  Em silavên gerim ji bo zarokên Roboskê dişinin û em weke zarokên Kobanê vê rojê li tevahî zarokên kurd pîroz dikin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî serok Apo", "Bê serok jiyan nabe" û "Şehîd namairn" bi dawî bû.
 
Çalakî didomin…