Malbatên xwendekarên hatin girtin bang kirin

  • 16:47 8 Nîsan 2018
  • Rojane
STENBOL - Malbatên xwendekarên ku ji ber gotin "Loqimê dagirkirin û komkujiyan nabe" hatin girtin banga piştevaniyê li raya giştî kirin.
 
Piştî ku 10 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê yê li dijî kesên ku loqimê Efrînê belav kirin pankarta "Lokumê dagirkirin û komkujiyan nabe" daliqandin û hatin girtin malbatên wan peyamek weşandin û banga piştevaniyê irin. Malbatan di peyama xwe de ji bo daxuyaniya ku wê di 10'ê Nîsanê de li Odeya Tabîban bidin banga piştevaniyê kirin.
 
Peyama malbatan wiha ye: "Em malabtên xwendekarên Bogazîçiyê yên ku hatin binçavkirin û derbarê wan de cezayê dîsîplînê hat dayîn in.  Em hemû dizanin ku 10 zarokên me piştî dema binçavkirinê ya dirêj hatine girtin û yên mayî jî bi şertê kontrola edlî serbest hatine berdan. Mixabin hewldanên binçavkirinê berdewam dikin. Zarokên me di bedêla ku perwerdeya xwe berdewam bikin bi awayekî neheq  li girtîgeha Sîlîvrî û ya Bakirkoyê tên girtin .Em bang li we dikin ku ji bo daxuyaniya em ê di 10'ê Nîsanê de li Odeya Tabîban saet di 11'an de bidin hûn jî li cem me cih bigirin. Hatina we wê hêzê bide me."