Suavî yê biçûk ku piyê wî hat jêkrin sewkî Konyayê kirin
- 15:50 8 Nîsan 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Zarokê bi navê Suavî Kiliç ê 5 salî ku dema bi dayika xwe re ji kolanê derbasî aliyê din ê kolanê dibû wesayita zirxî lê hat qelibandin û piyê wî hat jêkirin sewkî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Konyayê hat kirin. Dermankirina dayika Suavî Nesrîn Kiliç jî li Sîlopiyê berdewam dike.
Suvaî Kiliç ê 5 salî ku dema li Sîlopiyê bi dayika xwe re ji kolanê derbasî aliyê kolanê yê din dibû ku wesayita zirxî lê hat qelibandin û ji piyê xwe birîdanr bû, sewkî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Konyayê hat kirin. Hat diyarkirin ku Suvavî yê ku li Sîlopiyê rakiribûn nexweşxaneyê piyê wî yê çepê hatiye jêkirin û piyê wî yê rastê jî zerarek mezin dîtiye.
'Bila dayika min bê cem min'
Sabriye kiliça ku çû serdana neviyê xwe yê li nexweşxaneya Şirnexê di beşa lênêrtina giran de ye, diyar kir ku heşê Suavî li serê wî ye lê di warê axafitinê de zahmetiyê dikişîne. Sabriye wiha got: "Xwest ku ez jê re şîr bînim. Rewşa wî giran e. Li dayika xwe pirsî û daxwaza ku dayika wî biçe cem wî kir."
'Ger ku karibûna rabûya wê biçûna lawê xwe bidîta'
Sabriye ya ku got keça wê jî li Nexweşxaneya Sîlopiyê ya Dewletê tê dermankirin di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Zarokên xwe biribûn parkê. Di sutiyê keça min de stûdank heye û tiştek nayê bîra wê. Keça min di şokê de ye û nikare rabe ser piyên xwe. Ger ku bikaribûna ew êbiçûna serdana lawê xwe."