HRW: Talana li Efrînê rawestînin
- 14:32 8 Nîsan 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇAYAN - Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW), diyar kir ku komên hevkarên Tirkiyeyê li Efrînê malan dişewitînin û talan dikin. Rêxistinê, anî zimanm ku rejîma Sûriyeyê jî yên di xwazin ji Efrînê derbikevin asteng dike.
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW), rapora derbarê Efrînê de amad kir, ji raya giştî re aşkera kir. Dîrektorê Rojhilata Navîn a HRW’ê Lama Fakîh têkildarî raporê daxuyanî da û wiha got: “Rejîma Sûriyeyê destûr nade ku Efrînê bikevin herêmên dibin kontrola wan de. Efrîniyên malên wan tên talankirin û şewitandin, mexdûriyek giran dijîn. Em bang li Tirkiyeyê dikin ku dest ji talan û şewitandinê berde û rejîma Sûriyeyê jî astengiya li pêşiya Efrîniyan rabike.”
'Em nikarin bibin besiva pêdiviyan'
Bijîşkekê ji HRW’ê jî, diyar kir ku wan xwe li herêma Til Rifatê girtin û wiha axivî: “Tu derfetên me yên tibî tune ne. Me hemû malzemeyên xwe li bajêr hiştin. Ji bo em mirovên li vir derman bikin, me klînîkeke sehra ava kir, lê em nikarin bibin bersiv ji pêdiviyan re. Li vî derê em bêav, bênan û bêderfet mane."
'Ji bo derbasbûna sivîlan rejîm bertîlê dixwaze'
Saziyê di rapora xwe de ragihand ku rejîm ji bo bikevin herêma wan 1000 dolarî bertîlê ji Efrîniyan dixwazin. Efrîniyekî ku dixwaze biçe bajarokê Nubul ji HRW'ê re got, serê şexsekî 150 hezar lîreyê Sûriyeyê ji wan hatiye xwestin. Di rapora HRW de hat bibîrxistin, ku li gorî pîvanên şer, di dema şer de alî neçarin ku destûrê bidin sivîlan ji bo derbasî herêmên ewle bibin û ji pêwîstiyên wan ên mirovî re bibin bersiv.
'Em hatin talankirin'
Di raporê de cih ji gotinên Efrîniyan re hat dayîn ku qala talanê dikin. Efrîniyên ji HRW'ê re axivîn, wiha gotin: “Çeteyên Ceys al-Sharkiyah û Lîwa Al Fetih, li pêş çavên me eşyayên me talan kirin.”
HRW'ê bi bîr xist ku talan sûcekî şer e û divê fermandarên leşkerî destûrê nedin binpêkirinên bi vî awayî yên pîvanên şer.