Zarokê wesayita zirxî lê hat qelibandin piyê wê hat jêkirin
- 11:53 8 Nîsan 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Zarokê bi navê Suvavî Kiliç ê 4 salî ku dema ji kolanê derbas dibû aliyê din wesayita zirxî lê hat qelibindin piyê wî hat jêkriin.
Li Kolana Hastaneyê ya li navçeya Şirnexê Sîlopiyê duh Nesrîn Kiliç a ku ji kolanê derbasî aliyê din ê kolanê dibû û Suavî Kiliç yê 4 salî ku pê re bû wesayita zirxî li wan hat qelibandin. Di encma vê qelibandinê de Nesrîn a bi giranî birîdar bû û Suavî Kiliç yê 4 salî ku pê re bû rakirin nexweşxaneyê.
Hat ragihandin ku Suavî yê rakirin nexweşxaneyê piyê wî hatiye jêkirin û Nesrîn jî rewşa wê ber bi başbûnê ve diçe. Herwiha şahidên bûyerê jî diyar kirin ku ji ber wesayita zirxî gelek bi lez diçû pê li Nesrînê û Suavî kiriye.