Xebatkarên Ozgurlukçu demokrasî:Em li ser karê xwe ne

  • 11:14 8 Nîsan 2018
  • Rojane
Berîtan Canozer 
 
STENBOL - Rojnameger Eda Narîn, got ku bi girtinan rojnamegerî nayê astengkirin û Dixan Yilmaz jî anî ziman ku generalên Apê Musa naqedin û wiha got: "Em li vir in, heta ku hevalên me bên em ê xebata xwe berdewam bikin."
 
Piştî serdegirtina Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun 20 xebatkarên rojname û çapxaneyê hatin girtin û şandin girtîgehê. Di çarçoveya vê operasyona ku hat kirin de bi ser malên edîtorên rojnameyê de hat girin û 7 edîtorên din ên rojnameyê hatin binçavkirin. Li gel hemû zext û tundiyê rojnamegerên ku dest ji karên xwe bernedan, tişta hat jiyîn wekî bê hiqûqî û bêtehemûliya li dijî dengên cuda bi nav kirin.
 
Ji xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê Eda Narîn diyar kir ku ew ê nikarinbin dengê hevalên wan ên ku girtin qut bikin û wiha got: "Ji cihê ku hevalên me hiştiye em ê berdewam bikin. Ew pênûsa azad ku hevlên me hiştin em mê ji nivfşên pêşî re ragihînin. Di şertên OHAL'ê de tundî zêdetir bû, divê ku em ji vê tundiya tê kirin û êrîşan re bibin bersîv.  Ger ku em îro li dijî van pêkanînan bêdeng bimînin wê sibe dor bê ser me.  Em ê li hemû qadan bibin dengê hevalên xwe yên hatin girtin."
 
'Rojnamegerî nikare bê astengkirin'
 
Eda anî ziman ku ew ê li dijî tundiya dewletê serî netewînin û diyar kir ku li tu welatan rojnamegerî û mafên rojnamegera ev qas neahtiye binpêkirin. Eda got ku her kes ne mecbûre wekî hev bifikire û wiha dirêjî da axaftina xwe: " Ji ber ku mirov wekî îktîdarê nafikirin tên girtin û em jî ji ber ku dibin dengê wan kesan tên gritin. Lê divê ku rojnamegrî bê alî  bê kirin. Lê tê xwestin ku hemû kes heman zimanî bi kar bînin. Dixwazin ku hemû rojname bahsa heman siyasetê bikin û heman sernavî biavêjin.  Lê divê ku rojnamegerî neyê astengkirin û nebe amûrê siyaseta serdest. Em ê xwedî li karê xwe û li hevalên xwe derên. Ez hevîdarim ku rojnamegerên din jî ji bo ku dor neyê wan bêdeng nemînin."
 
'Wê bi Ozgurlukçu Demorasiyê bi sînor nemîne'
 
Rojnameger Dilxan Yilmaz jî got nikarin pênûsa me ji dest me bigirin û anî ziman ku li welêt roj bi roj bê hiqûqî zêdetir dibe. Dilxan got ku êrîşa li dijî Ozgurlukçû demokrasî û Çapxaneya gun wekî darbe digire dest û diyar kir ku di bin navê OHAL'ê her roj êrîşî nirxên gelê kurd tê kirin. Dilxan wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tayînkirina qeyûm a li ser rojnameyê êrîşa duyem a li ser çapemeniyê ye. Wê ev êrîş bi Ozgurlukçu Demokrasî bi sînor nemîne û wê yek biyek êrîşî hemû qadên çapemeniyê bê kirin."
 
Her wiha dilxan anî ziman ku wê ev êrîş bandora xwe li ser hemû kesên muxalîf û bê alî bike.
 
'Divê ku hevkariya pîşeyî bê kirin'
 
Dilxan bertek nîşanî girtina 20 xebatkarên çapxaneyê û binçavkirina edîtorên rojnameyê da û got ku bi lez û bez biryarên darizandinê tên derxistin. Dilxan got ku ger li dijî van pêkanînan kesek dengê xwe dernexe wê ev pêkanîn li dijî hemû kesî bên kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ger ku sibe îktîdar bê guhertin wê li dijî hemû rojname û rojnamegerên ku îktîdar parastin êrîş bê kirin.  Wekî ku îro li me tê kirin. Ji ber vê divê piştevaniya pîşeyî bê kirin."