Li ser rojnamegeriyê sohbeteke 'Jinane'
- 09:26 8 Nîsan 2018
- Rojane
Evrîm Kepenek
STENBOL - Rojnameger Seda Kaya Guler ya bi Duygu Asena re ‘Kadinca’ derxist, xwedî 8 pirtûkan e û heta niha bûye rêveberiya gelek kovaran. Sedayê tecrubeyên xwe yên 36 salan vegotin.
Seda Kaya Guler ya ev 36 sal e rojnamegeriya aktîf dike, yek ji jinên di çapemeniya serdest de rêveberiyê dike ye. Sedayê nêzî 7 salan bi Duygu Asenayê re ‘Kadinca’ bi rêve bir, van rojan ji bo 9’emîn pirtûka xwe dixebite. Seda diyar dike ku çapemeniya wan mêr e û got: “Piştî demekê hewcedarî bi jinan nabînin. Mêr bên heta temenekî jî dîsa hev dihewînin. Şêwirmendiyê didinê an jî tiştek din. Lê ji bo jinan ne wisa ye.derdixin derveyê çapemeniyê.”
Em bi Sedayê re li ser rewşa rojnamegerên jin yên li Tirkiyeyê axivîn.
Çîroka rojnamegeriya we çawa dest pê kir?
Min her tim dixwest ez bibim rojnameger. Dê û bavê min her tim rojname dixwendin. Wê demê li Îzmîrê li marketan rojname nedihat firotin. Zarokan rojname difrotin.Min hemû nivîsên rojnameyê dixwendin. Min digot ez ê li cîhanê bigerim û roportajan bikim. Di seranserê jiyana dibistanê de jî min her tim ev anî ziman. Min rojnamegerî dixwest. Min Beşa Rojnamegeriyê ya Zanîngeha Marmarayê qezenc kir.”
‘Wekî ku min xeyal kiribû nebû’
Bandora Fakulteya Ragîhandinê ya li ser rojnamegeriya we çi bû?
Dibistan ne wekî ku min xeyal kiribû. Min zanîngehek din xeyal kiribû. Dersên pratkê bi wan bikî tune bûn. Min ji mamosteyan re got ez dixwazim bixebitim. Me di rojnameyan de kar nedît lê ez di sekreteriya rektoriya avahiya ÎTU ya Maçka de xebitîm. Du salan berdewam kir. Dibistan qedya lê ez hîna li wir bûm.
‘Min û Duygu Asena karên xweş kirin’
We çareseriyek çawa dît?
Ez çûm hemû rojnameyan. Çûm serwîsên sporê. Dema min serî li serwîsên sporê da qerfên xwe bi min kirin. Rojnameyên din jî digotin ‘em ê bigerin’ lê nedigeriyan. Torpîla min tunebû. Min kesek nas nedikir. Rojekê kovarek bi navê ‘kadinca’ ket destê min. min got ez dixwazim di vê kovarê de bixebitim. Ez ji her roj ji Maçkayê diçûm Cagaloglu min serî li Duygu Asenayê dida. Min înat kir û 3-4 meh şûnde Duyguyê karê wergerê da min û min metn werger kir. Me demekê wisa berdewam kir. Piştî mehan şûnde ji min re got ‘sibê were dest pê bike’. Ji wê rojê şûnde 7 salan ez bûm asîstan, nûçegîhan, wergervan û alîkara Duygu Asena.Min bi Duyguyê re karên xweş kir.
Piştre…
Ez ji kovarê veqetiyam. Xwestin ez derbasî kovara ‘Erkekçe’ bibim. Min jî got ‘tu car naçim’. Min digot ez jinek femînîst im ez çawa bikim. Yên ev pêşniyar kirin gotin ‘bê kovarê biguhere’. Dema herî populer a rojnameya Sabahê bû. Min wê demê xwe li serê koma pêvekan dît.
‘Li Tirkiyeyê rojnamegerî nayê kirin’
Hun wek jinek bi salan dixebitin dema betal man we çi kir?
Min xwe şaş kir. Dema mirov pir bixebitin mirov nikarin ji xwe re demê veqetînin û pirtûkê bixwînin. Min 5-6 mehan tu tiştek nekir û min bîhna xwe veda. Li Tirkiyeyê êdî rojnamegerî nayê kirin. Ji ber zext zêde ne. Azadiya tu tiştî nema. Ji bo rojnamegeriyê jî azadî tune ye. Hemû muxalîf tên girtin. Heta salek berê min di Yenî Asir de dinivîsî. Rojnameya herî kevn a Tirkiyeyê ye. Dema jin hinek temen girtin ji çapemeniyê tên derxistin. Piştî demekê hewcedarî bi jinan nabînin. Mêr bên heta temenekî jî dîsa hev û din dihewînin. Şêwirmendiyê didinê an jî tiştek din. Lê ji bo jinan ne wisa ye.derdixin derveyê çapemeniyê.