Li girtîgehên Patnos û Bayburtê li dijî îşkenceyê banga hestiyariyê

  • 09:01 8 Nîsan 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Li igirtîgeha Tîpa L a Patnosê girtiyên nexweş nayên dermankirin û li girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê jî ferzkirina jimartina leşkerî didome, xwarinê nadin zarokan. Girtî û malbatên girtiyan banga hestiyariyê kirin. 
 
Girtiyên li girtîgeha Patnosê û Bayburtê binpêkirinên mafan ji raya giştî re ragihandin. Girtiyên ji girtîgeha Tîpa L ya Patnosê name şandin diyar kirin ku divê li dijî zextan rayagiştî bêdeng nemîne.
 
Girtiyan bi hevkariya malbatên çûn hevdîtinê zext vegotin û gotin bi mehane gelek girtiyên nexweş sewqî nexweşxana nayên kirin û nayên dermankirin. Girtiyan bi lêv kir ku li revîrê doktorek heye û ev jî bi awayekî kêfî gelek nexweşxan derman nake, pot, radoy û pirtûk yên malbat tîn jî nadin girtiyan.
 
‘Bi mehane nayên dermankirin’
 
Nure Terlak destnîşan kir ku jana zirav (Werem) li girtîgehê zêde dibe û wiha pê de çû: “Bi mehane li wir li ciwan û zarokan îşkencê dikin. Em êdî bêzar bûne ji van. Lİ girtîgehê pirsgirêka ava germ tê jiyîn. Dotkorek heye û li gorî xwe nexweşxan derman dike. Girtî nikarin dermanên xwe bigirin.  Nexweşên qeyrana dil derbas dikin du hefte şûnde dibin nexweşxanê.”
 
‘Îşkence û zext nikarin me têk bibin’
 
Nure her wiha diyar kir ku malbatên diçin hevdîtinê jî bêzar dikin û bi surgunan re malbatên rewşa wan ya aborî ne başe nikarin biçin hevdîtinan û dixwazin girtiyan tenê bihêlin û bi malbatan ezyet bidin kişandin.  Nure anî ziman ku nikarin bi îşkence û zextan wan têk bibin.
 
Li Bayburtên jimartina leşkerî
 
Li girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê jî  binpêkirinên mafan her tim di rojevê de ne û hat gotin ku heta zarokê 3 salî her kesî dibin ber jimartina leşkerî û bi awayekî kêfî cezayên hucreyê didin girtiyan.  Girtiyên agahî dan malbatên xwe diyar kirin ku di hefteya dawî de xwarinên tên dayîn ji 10’an zêdetir girtî jehrî kirine.
 
Name hatin desteserkirin
 
Girtiyan diyar kirin  ku nameyên wan tên desteserkirin û her roj bi awayekî kêfî bi ser koxuşan de tê girtin. Her wiha hat gotin ku ji bo zarokan jî firingî û xiyar tê dayîn û ji ber vê jî zarok gelek kîlo wenda kirine.