Li Qamişloyê li ser jiyana Abdullah Ocalan semîner hat dayin

  • 17:16 7 Nîsan 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi pêşengiya Kongreya Star li Qamişloyê li ser jiyana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan semîner hat lidarxistin. Di semînerê de taybetmendî û girîngiya jiyana Abdullah Ocalan hat nîqaşkirin. 
 
Bi pêşengiya Kongreya Star li Qamişloyê li ser jiyana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan semîner hat lidarxistin. Endamên Rêveberiya Kongreya Star û gelek jin beşdarî semînerê bûn. Semîner bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê Kongreya Starê axaftin hat kirin û di axaftinê de rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wekî hebûna jinê hat pênasekirin. 
 
Her wiha di semînerê de wateya 4'ê Nîsanê hat şîrovekirin û hat gotin ku divê ji bo siberojek azad û demokratîk fikir û felsefeya Abdullah Ocalan baş bê famkirin. 
 
Semîner bi dirûşma "Bijî Serok Apo bi dawî bû".