Greva birçûbûnê ya li ber NY'ê bi dawî bû

  • 17:00 7 Nîsan 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Greva birçîbûnê ya ji bo Efrînê ku li ber Neteweyên Yekbûyî (NY) hatibû destpêkirin bi dawî bû. Zîlan Serhat li ser navê TJK-E'yê axivî û got:"Niha divê NY û dewletên endamên wê sozên xwe bînin cih."
 
Li dijî êrîşên li ser Efrînê yên dewleta tirk û OSO'yê li ber Neteweyên Yekbûyî parlamenterên HDP'ê, hevserokên şaredariyê, werzîşkar û rojnameger ketibûn greva bêdem. Greva ku ji bo Efrînê hatibû destpêkirin bi daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû. Partiyên siyasî yê Îsviçreyê, Rêxistinên Girseya Demokratîk û saziyên civaka sîvîl ji bo piştigiriyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Zîlan Serhat a ku li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê axivî wiha got:"Di dema greva birçîbûnê de me gelek hevdîtin di şexsê NY'yê û dewletên ku endamên wê ne kirin."
 
'Divê NY û rayagiştî ya navneteweyî berpirsiyariya xwe bi cih bîne'
 
Zîlanê anî ziman ku di hevdîtinan de rayedarên dewletê soz dane wan û got:"Heta ku ew sozên xwe bi cih bînin em ê çalakiyên cur be cur li dar bixin. Divê NY û rayagiştî ya navneteweyî berpirsiyariya xwe bi cih bîne."
 
Joel Fiss ku li ser navê Partiya Liberal û Radikal a Îsviçreyê (PLR) axivî wiha got:"Divê Ewropa û cîhan deynên Kurdan bidên. Kurd li dijî hovdariya DAÎŞ'ê têkoşiyan û serfirazî bi dest xistin. Divê wekî ehlaqî herkes berpirsiyariya xwe bi cih bînin û Kurdan di têkoşîna azadiyê de bi tenê nehêlin."
 
Leyla Şahin a ku ser navê Jinên Sosyalîst axivî anî ziman ku li Efrînê têkoşîn didome û banga piştgiriya têkoşîna hevpar kir. 
 
Daxuyanî bi tililiyan û bi govendê bi dawî bû.