Dayikên Şemiyê: Em bi biryargirtina lêpirsîna hesab li vir in
- 15:27 7 Nîsan 2018
- Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 680'emîn de çalakiya Qada Galatasarayê berdewam kirin. Dayikan vê hefteyê aqûbeta Talat Turkoglu yê 21 sal berê hat revandin û windakirin pirsîn. Xwişka Turkoglu Kelebek Turkoglu, bertek nîşanî polîtîkayên dewletê da û got: “Li Tirkiyeyê hiqûq tune ye. Dewleta kûr bêtir kûr dibe. Em têkoşîna xwe ya ji bo edalet û heq bêtir xurt bikin û dengê xwe bêtir berz bikin."
Dayikên Şemiyê di hefteya 680'an de çalakiya Qada Galatasarayê ya aqûbeta windayan berdewam kir. Dayikan vê hefteyê aqûbeta Talat Turkoglu yê di sala 1996'an de hat binçavkirin û windakirin pirsîn. Dayikan di çalakiyê de pankarta “Faîl diyar in winda li ku ne?" vekir û qurnefilên sor û laçikên sipî danîn ser wêneyên windayan. Di çalakiyê de Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Mehmet Emin Adiyaman, serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Musa Piroglu û gelek nûnerên saziyên civakî amade bûn.
Di çalakiyê de parlamenterê HDP'ê Mehmet Emin Adıyaman, diyar kir ku 680 hefte ye malbat û dayik li vê qadê diqêrin û dixwazin dengê xwe bigihînin Tirkiyeyê û cîhanê û wiha got: "Lê mixabin îktîdara siyasî, li hemberî vê daxwaza malbatan ker, lal û kor bûye."
Parêzerê Talat Gulizar Tuncer jî wiha got: “Piştî DGM'ê ya Stenbolê der barê wî de biryara tahliyê da, çû malbata xwe ya Edîrneyê. Piştre jî carek din agahî jê nehat girtin. Weki hemû windayan ji bo wî jî serî li hemû rayedarên dewletê dan. Lê heta niha tu agahî nehatiye girtin. Wê demê komek taybet a kontragerîla ya ji leşker îtîrafkar û polîsan pêk dihat, li ser navê dewletê cînayet dikir. Bi zorê mirov direvandin. Divê hesabê vê yekê bê pirsîn. Ji ber ku raste rast dewlet di nava vî sucî de hebû em ne li bendê bûn ku dewlet vê yekê ronî bike. Me serî li DMME'ê da. DMME'ê Tirkiye mahkum kir.
Xwişka Talat, Kelebek Turkoglu jî diyar kir ku birayê wê ji ber nasnameya xwe ya siyasî ji aliyê dewletê ve hat windakirin û wiha got: “Rastî îşkenceyê hat. Gelek caran hat girtin. Herî dawî winda kirin. Dewletê ji ber nasnameya siyasî birayê min winda kirin. Hiqûq tuneye. Dewlet her diçe kûr dibe. Em lêgerîn û qêrîna xwe ya heq û edaletê bêtir bilind bikin û em bêtir têkoşîna heq û edaletê xurt bikin. Em dibêjin ramanê hepis nekin. Yên difikirin û fikrên xwe dibêjin wekî dijmin tên îlankirin. Divê zanîngeh azad bin. Em hezkirin, dostanî, aştî û aramiyê dixwazin. Lê yên zalim vê yekê qebûl nakin. Erka siyasî li şûna çareseriyê bêtir zilm, bê edaletî û bê hiqûqiyê pêş dixe. Heta em aqûbeta windayan ronî bikin têkoşîna me dê bidome."
Vê hefteyê Dayikên Şemiyê Maside Ocak daxuyanî da. Masideyê, diyar kir ku yên bi zorê hatin revandin, bira, bav, xwişk, dayik û bavê wan bûn û wiha got: "Dema diçin mal, diçûn kar, li kolanê li sûkê di maşîneyê de hatin binçavkirin û hatin revandin. Tevî hemû serlêdanên rayedaran, lê dîsa rayedarên dewletê aqûbeta wan ronî nekirin. Rayedarên darazê ji bo ronîkirinê lêpirsînek çalak pêk neanîn. 680 hefte ye ji bo aqûbeta windayan em li vir diqêrin. Vê hefteyê jî ji bo Talat Turkoglu em li Qada Galatasarayê dengê xwe bilind dikin. Talat 45 salî bû. Li Stenbolê dijiya. Ji ber nasnameya xwe ya sosyalîst 4 caran hat binçavkirin. Rastî îşkenceyek gelek dijwar hat. Herî dawî di 29'ê Adara 1967an de ji bo malbata xwe ziyaret bike bi otobusê ji Stenbolê çû Edîrneyê û ji aliyê polîsên sivîl ve hat şopandin. Polîsan di 1'ê nisanê de ew binçavkirin û windakirin. Malbatê serî li ÎHD rayedarên dewletê û Rêxistina Efoyê da. Serî li meclîsê dan. Lê heta niha tu agahî bi dest nexistine.