Xizmên windayan di roja 478'emîn de li aqubeta Recep Buttanir pirsî
- 15:20 7 Nîsan 2018
- Rojane
AMED - Di çalakiyê Xizmên Windayan a li Amedê de li aqûbeta Recep Buttanri yê di 1999’an de ji aliyê 3 kesan ve hat revandin hat pirsîn.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 478’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li avahiya ÎHD’ê li dar xist. Rêveber û endamên ÎHD'ê, Xizmên Windayan û parêzvanê mafê mirovan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên kesên hatin windakirin raxistin û hildan. Di çalakiyê de li aqûbeta Recep Buttanri yê li Konyayê leşkerî dikir û ji bo biçe Amedê li otogarê di 1999’an de hat revandin û agahî jê nehat girtin hat pirsîn.
Di çalakiyê de ewil Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Racî Bîlîcî axivî û diyar kir ku ew bi israr li gel xizmên windayan lêgerîna xwe ya edaletê dewam dikin. Racî anî ziman ku li welat bi hezaran “bûyerên kiryar ne diyar” qewimîn û got: “Haya dewletê ji bûyeran heye. Li gelek welatan heman bûyer qewimîn. Divê li Tirkiyeyê jî ev bûyer bên ronîkirin û kujer bên darizandin. Heta em heqîqetê derxin holê û bûyeran ronî bikin dê têkoşîna me dewam bike. Em lêgerîna xwe ya ji bo windayan dewam bikin.”
Piştî Racî, Sekreterê Şaxa ÎHD’ê Abdulselam Înceoren çîroka Recep Buttanri xwend. Abdulselam ev tişt got: “Recep Buttanri dema li Konyayê leşkerî dikir ji bo destûrê hatibû mala xwe ya li Amedê. Piştî destûra wî xelas bû xwest ji otogara Amedê biçe leşkeriyê. Piştî Recep ji malê derdikeve diçe, 4 roj şûn ve serê sibê 3 kesên sivîl ên çekdar tên mala wî. Bi darê zorê dikevin hundir û hemû ferdên malbatê li odeyekê kom dikin û lêgerîn dikin. Li gorî îdiaya malbatê ev kes 40 milyar pereyê wê demê û çeka bi ruhsat desteser dikin û dibin.
Dayika Recep diçe Miduriyeta Polîsan a Amedê û gilî dike û dibêje yên avêtine ser mala wan polîs bûne. Malbat serî li dozgeriya Amedê dide, lê dozgerî biryara neşopandinê dide. Li gel hemû serlêdan û lêgerînên malbatê ji wê rojê ve agahî ji Recep Buttanri nehat girtin û nehat dîtin.”
Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.