Starta 1’ê Gulanê li Hevraza Kazanci hat dayîn

  • 14:18 7 Nîsan 2018
  • Rojane
STENBOL - Rêxistina HDP’ê ya Stebolê û pêkhateyên HDK’ê starta 1’ê Gulanê bi dirûşma “Ji Newrozê heta 1’ê Gulanê em ê car din werin” li Hevraza Kazanci dan.
 
Rêxistana HDP’ê ya Stenbol û pêkhatiyên HDK’ê li Hevraza Kazanci ya Taksîmê bi belavkirina belavokên bi dirûşma “Ji Newrozê heta 1’ê Gulanê em ê car din werin” starta 1’ê Gulanê dan. Girseya li ber Hevraza Kazanci ya Taksîmê kom bûn, polîsan mûdaxaleyî wan kirin û xwestin girse belav bibe. Ligel hemû astengiyan girseyê belavok belav kirin û daxuyanî dan.
 
Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Esengul Demîr daxuyanî da û wiha axivî: “Hemû rêxistinên demokratîk, sendîka û û partiyên siyasî ji bo 1’ê Gulanê dest bi rêxistinkirinê, kirin. Ji bo bîranîna rêhevalên me yên di 1’ê Gulana 1977’an de winda kirin, me xwest em ji Hevraza Kazanci dest bi xebatên xwe bikin. Qada Taksîmê veguheriye komkujiya 1’ê Gulana 1977’an. Qada Taksîmê bi salane li karker û kedkaran digirin. Ligel vê yekê jî me xebatên xwe yê 1’ê Gulanê ji vê derê dest pê kir.
 
Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman jî beşdarî belavkirina belavokan bû û got: “Divê ji Newrozê hata 1’ê Gulanê em berxwedan, têkoşîn û azadiyê mezintir bikin. Ji Gulana 1977’an heta roja îro tu tişt neguheriye. Îro hêzên totalîter dixwazin li ser gelê me komkujiyê pêk bînin. Divê em li dijî van hêzan dengên xwe bilind bikin. Ji ber vê yekê em hemû kesî vedixwînin 1’ê Gulanê.”
 
Piştî daxuhaniyê, girseyê ji Hevraza Kazanci, heta Kolana Îstîklalê û ji wir jî heta Tunelê belavok belav kirin. Gel eleqeyek mezin nîşanî belavkirina belavokan dan.