ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2018'AN

  • 09:00 7 Nîsan 2018
  • Rojev
*Emîne Temo ya ku karê dirûtinê dike û debara xwe dike yek ji jinên ku pêşdarazên civakê hildiweşîne ye. Emîneyê bang li hemû jinan kir ku ew jî têbikoşin û li ser lingên xwe bisekinin.
BI DÎMEN
 
*Dengbêj Fadîle Aydiş di kilamên xwe de tiştên ku gelê Kurd dijî, vedibêje û tiştên di biçûkatiya xwe de ji pîra xwe hîn bûye bi xwe re aniye heta roja îro. Fadîleyê di rojên dawî de êrîşên TSK û komên girêdayî wê yên li hember Efrînê wekî mijar ji xwe re hildibijêre.
 
*Duyemîn rûniştina 17 zarokên di dema qedexeyên derketina derve ya Nisêbînê de hatine girtin di 10’ê Nîsanê de tê dîtin. Zarokên yekem car di 9’ê Çileyê de derketin pêşberî dadger û îfade dan, îşkenceya di bin çavan de vegotibûn.
 
*Pirtûka bi navê ‘Li Pişta Wê Selika Wê Ji Bafrayê Heta Hopayê Li Behra Reş Rewşa Jinê’ ya ji aliyê Emek Yildirim û Ozlem Şendenîz ve hatiye amadekirin,  peyama ‘tu tişt wek xuya dike nîne’ dide û ji aliyê xwendevanan ve jî eleqeyek mezin dibîne.
 
*17’emîn Dadgeha Cezaya Giran  a Enqereyê derbarê Aysel Tugluk de 10 sal cezayê girtîgehê birî û derbarê vê yekê de biryara xwe ya bi hincet eşkere kir. Dadgehê îdia kir ku ji ber meşên qanûnî, daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiyên rûniştinê û axaftinên di bin bana KCD’ê de hatine kirin, ceza lê hatiye birîn.