Li Wanê tecrîda li dijî Abdullah Ocalan hat niqaşkirin
- 17:15 6 Nîsan 2018
- Rojane
WAN - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê bi minasebeta 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan civîn pêk anî û tecrîta li ser Abdullah Ocalan nirxand.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê bi minasebeta 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan civîn pêk anî û tecrîda li ser Abdullah Ocalan di civînê de hat nirxandin. Civîn li salona dawetê hat lidarxistin û pankarta "Civîna kombûna bi gel re" hat daliqadnin. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan, Hevserokên DBP’ê yên Wanê Ayla Tarhan, Okkeş Kawa, Endama Meclîsa DBP’ê Semîra Kût, ji Parêzerê Bîroya Hiqûqê ya Sedsalê Parêzerên OHP’ê, Aktivîstên TJA, Înîsiyatîfên Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdarî civînê bûn. Di civînê de Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede axivî û rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir. Dede, bal kişand ser heqîqeta Abdullah Ocalan a derxistî holê û wiha got: “Niha Rojhilata Navîn di rewşeke nû de ye. Niha li gorî rewşê çareserî di felsefeya Ocalan de heye. Ji bo wê Ocalan bû hedefa hemû hêzên dagirker û pêvajoya komployê hat destpêkirin. Hê jî ev komplo berdewam dike."
'Çareserî Abdullah Ocalan e'
Dûre endama Meclîsa DBP’ê Semîra Kût axivî û wiha got: “Niha ramanên Ocalan dikare xistimîna li tevahî cîhanê bide vekirin. Ocalan gotibû wê di demeke nêz de kaoseke mezin pêk were, niha em vê rewşê dibînin. Li Rojhilata Navîn ev kaos heye. Yekane çareserî Modernîteya Demokratîk e. Kapitalîst Modernîte têk çûye.
'Tecrît civakî ye'
Ji Buroya Hiquqê ya Asrînê Parêzer Serbay Koklu jî wiha got: “Helwesta li dijî Rêzdar Abdullah Ocalan ne li dijî tenê kesekî ye. Çawe ku Plana Şark Îslahat li dijî gelê Kurd bu îro jî tecrîd heman tişt e. Li Îmraliyê tecrîdeke takekesî nine, bi rastî jî hemû welat veguherandine girtîgehê.” Serbay Koklu rapora CPT'ê jî rexne kir û wiha domand: “Di sala 2016’an de hewldana derbeyê û derbeya dijber pêk hat. Niha di pêvajoyek wiha de di 2 salan de gelek guhertinên hiquqî hatin paşguhxistin û raporeke ku vêya rewa dike hate weşandin. Ev jî belgeyeke ku berjewendiyên hêzên navnetewî radixe pêş çavan e.”
'Îdeolojiya Abdullah Ocalan bi ser ket'
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan axivî û wiha got: “Rêzdar Abdulah Ocalan sistemeke ku hemû cîhanê diguhere û aşitiyê ji gelan re tîne ava kir. Di sîstema Rêzdar Abdullah Ocalan de hemû kes xwe îfade dike, azad dijî. Ji ber vê sedemê sîstema kapîtalîst ket nava fikaran û ev pêvajoya ku îro em dijîn da destpêkirin. Ji ber vê sedemê divê hemû kes li derdora Rêzdar Ocalan kom bibe. Divê em vêya pêk bînin û em neçarin. Piştî 7’ê Hezîranê sedemê yekemin yê êrîşkirina dewletê serketina HDP’ê ya ku projeya Rêzdar Ocalan bû.”
Civîn piştî pirs û bersivan bi dawî bû.