Rojbûna Abdullah Ocalan bi çalakiyan hat pîrozkirin

  • 15:54 6 Nîsan 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi çalakiyên ku li Êlihê û li Stenbolê pêk hatin rojbûna Abdullah Ocalan hat pîrozkirin. 
 
Rêxistina Bajarê Êlihê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 69'emîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir û bal kişand ser tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan. Dayikên Aştiyê, Parlamentera HDP'ê Saadet Becerikli, Hevserokên Bajêr ên HDP'ê Nizamettin Toguç û Bêrîvan Helen Işik, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Şukru Tapkan beşdarî çalakiyan bûn.
 
Piştî rêzgirtina ji bo berxwedêrên azadiyê Rêvebirê Bajêr ê HDP'ê Omer Kurt hinek kêliyên jiyana Abdullah Ocalan rave kir. Omer ji jiyana Abdullah Ocalan mînak da û anî ziman ku dayika Abdullah Ocalan jineke têkoşer bû. 
 
Dayikên Aştiyê pasta birîn
 
Dayikên Aştiyê li avahiya Unkapaniyê rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kirin û pasta birîn. Li ser masaya ku wêneyê Abdullah Ocalan lê bû findên ji rengê kesk, sor û zer hat danîn. Dayikên aştiyê lîrandin û tim dirûşmên "Rojbûna te pîroz be ey Serok", "Bê Serok jîyan nabe" berz kirin. Dayikên Aştiyê piştî pasta birîn daxwaz kirin ku rojbûnek din a Abdullah Ocalan bi wî re pîroz bikin.