Malbatan cara 70'yemîn xwestin biçin Îmraliyê
- 12:19 6 Nîsan 2018
- Rojane
STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmralê ji bo hevdîtinê bi xizmên xwe re bikin cara 70'yemîn serî li serdozgeriyê dabûn.
Ji malbata Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan ji bo bi kekê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê hevdîtinê bikin, bi riya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabiha Aslan jî bi riya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Heta niha malbatan cara 70'emîn serî li serdozgeriya komarê dan.
Ji 11'ê Îlona 2016'an heta niha 69 caran serlêdanên malbatan hatine redkirin.