Xwediyê Îmtîyazê û Mudurê Karên Nivîsan ê Ozgurlukçu Demokrasî sewkî dozgeriyê kirin
- 11:54 6 Nîsan 2018
- Rojane
STENBOL - Xwediyê Îmtîyazê yê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Îhsan Yaşar û Mudurê Karên Nivîsan ê rojnameyê Îshak Yasul ji bo ku îfadeya wan bê girtin derxistin edliyeyê.
Xewdiyê Îmtîyazê Îhsan Yaşar û Mudurê Karên Nivîsan Îshak yasul ên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ku li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji aliyê Dadgeriya 7'emîn a Sulhê ve qeyûm tayînê wê hat kirin û dewrî TMSF'ê hat kirin ku di 28'ê Adarê de di operasyona hat kirin de hatin girtin birin Edliyeya Çaglayanê û li bendê ye ku wan derxînin dozgeriyê.
Di çarçoveya operasyona ku hat kirin de di 4'ê nîsanê de edîtor û xebatkarên rojnameyê yên ku hatin binçavkirin jî li Emniyeta Stenbolê tên girtin.
Navê 7 kesên ku li emniyetê tên girtin wiha ye: Edîtorên rojnameyê Mehmet Alî Çelebî, Reyhan Hacioglu û Hîcran Urun, xebatkarên rojnameyê Pinar Tarlak, Ramazan Sola û Nedîm Demîrkirina û ji xebatkarê kevin ên rojnameyê Mehmet Beyazit e.