‘Rakirina tecrîdê çareserkirina pirsgirêkan e’
- 09:04 6 Nîsan 2018
- Rojane
Rojda Aydin
AMED - Jinên Amedî tecrîda ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan giran bûye şermezar kirin û anîn ziman ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin wê şer û êrîş bên çareser kirin.
Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her ku roj diçe giran dibe. Piştî tecrîda li ser Abdullah Ocalan li Kurdistan û Tirkiyeyê şer gelek zêde bû. Jinên Amedî jî tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezarkirin û gotin ku ger tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin wê şer û êrîş bên bidawîkirin.
Di serî de jina bi navê Remziye Sarili tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û got ku Tirkiye û Ewropa neyarê kurdan e û wiha got: “Temenê min 80 ye û ev 80 sal e min dîtiye û nedîtiye Ewropa û Tirkiye neyarên kurdan e. Em kurd hene, em ê hebin û em ê her bijîn. Em ê li dijî van hemû zextan li ber xwe bidin û em ê Kurdistana xwe ava bikin. Kurd tu carî neqediyan û wê neqedin. Ji ber ku li dijî kurdan bi salane tim êrîş û komkujî pêk tên. Lê em kurd tim li ber xwe didin. Heta dilopek xwîna me hebe jî em ê li Kurdistana xwe û li ser axa xwe bin. Em ê tim li ser şopa Serokê xwe bin. Erdogan ji bo kurd statuyekê bi dest nexin Serokê me xiste girtîgehê. Em ez dixwazim ku tecîrd bê bidawîkirin.”
‘Efrîn ji van mînakan yeke’
Remziye di berdewama axaftina xwe de got ku piştî Abdullah Ocalan ketiye girtîgehê li Kurdistan û Tirkiyeyê êrîş gelek zêde bûne û wiha pê de çû: “Efrîn ji van mînakan yek e. Li Efîrnê bi sedan kesên sivîl jiyana xwe ji det dan û bi sedan kes jî birîndar bûn û ji axa xwe hatin dûrxistin. 20 sal e Serokê me rehîn girtine, ji bo ku kurd teslîmî dewleta tirk bibin. Lê wê tu kurdek teslîm nebe. Em ê li dijî van hemû zextan li ber xwe bidin û em ê Serokê xwe ji girtîgehê û ji bin tecrîdê derbixin.”
‘Bi şer û zordestiyê tu tiştek naguhere'
Jina bi navê Bedriye Kiliç jî bi lêv kir ku piştî Abdullah Ocalan ketiye girtîgehê cihan li serê me rabû, şer zêde bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi şer û zordestiyê tu tiştek naguhere. Bila AKP bes êrîş bike. Bi kuştine heya ku derê? Ev 20 sal e Serokê me di girtîgehê de ye û em dixwazin ku Serokê me ji wir derkevve. Ji ber ku Serokê me dikare hemû pirsgirêkan çareser bike. Ji ber ku em kurd îro bi felsefeya Serok hatine vê rojê. Serokê me ji bo ku kurd azad bibin li ber xwe dide. Serokê me her ji bo wekheviyê têkoşiya. Lê belê dewletê ew girit û xist girtîgehê. Ji ber ku dewleta tirk naxwaze kurd azad bibin. Piştî giritna Serok êrîş gelek zêde bûn û dewletê bi van êrîşan hewl da ku kurdan biqedîne. Lê belê bi ser neket û wê bi ser nekeve jî. Ji girtina Serok vir de li ser kurdan agir dibare. Bila tecrîd bi dawî bibe û bi serokê me re hevdtîin bê kirin”
‘Erdogan çima ketiye wê derê?’
Bedriye di dawiya axaftina xwe de got ku piştî tecrîda li ser Abdullah Ocalan li Efrînê şer dane destpêkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dewleta tirk çû li Efrînê şer da dest pêkirin û dest da ser axa wê derê. Ew der welatê Erdogan nîne ew çima ketiye Efrînê? Bila Erdogan ji wir derkeve û gelê wê derê vegerin ser axa xwe. Lewra jî di vir de bar dikeve ser milên me kurdan. Gelê kurd li dijî şerê Efrînê tim bêdeng ma. Ger ku gelê kurd bêdeng nemaya wê rewş ev qas xirab nebûya. Ji vê rojê şûnde tiştê ku dikeve ser milên me kurdan ew e ku em rabin ser piyan. Di serî de tecrîda li ser Serok bidin sikandin. Ji ber ku ger tecrîta li ser Serok bê rakirin wê pirsgirêka Efrînê jî bi dawî bibewê.”