ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2018'AN

  • 09:00 6 Nîsan 2018
  • Rojev
*Jinên Til Temirê ya Rojavayê Kurdistanê ji bo aboriya xwe geş bikin li zeviyan dixebitin û dibêjin ku ji bo jin mafên xwe yên rewa bikaribin biparêzin divê di warê aboriyê de xwe pêş bixin.  
 
*Jinên Amedî tecrîda ku li ser Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan giran bûye şermezar kirin û anîn ziman ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin wê şer û êrîş bên çareser kirin.   DÎMEN HEYE
 
*Ji dîrokê heyanî niha ji ber zilma mêr û hişmendiya serdest a baviksalar mafên jinan hatiye binpêkirin. Bi taybetî jî li Kurdîstanê yan jin bi zarokatî hatine zewicandin û yan jî bi darê zorê çûne ser hewiyê û bi awayê berdel hatine zewicandin. Mîna her  zarokeke li Kurdistanê mafê lîstikê yê Dayika Esmîxan jî di zarokatiya wê de ji detê wê tê girtin û di 13 saliya xwe de bi kalekî 50 salî re tê zewicandin. DÎMEN HEYE
 
*Dr. Ulviye Gunay diyar kir ku zarok di vegotin û îfadekirina îstîsmarê de zehmetiyan dikşînin û di mijara guherîna tevgerên zarokan de malbat hişyar kirin. Ulviyeyê  destnîşan kir ku divê hemû malbat zarokên xwe hînî ‘na’ bikin. BI DÎMEN
 
*Mêrê bi navê C.K yê li Çinarê li hember jinekê êrîşa îstîsmarê pêk anî, ji aliyê dadgehê ve hat berdan. Tipa Edlî jî di alî mêr de raporek amade kir. Dozgeriyê tevî van hemûyan der barê gumanbar de ji sûcê ‘êrîşa îstîsmara zayendî’ doz vekir.
 
*Manîje Ebrahîmî ku li Îranê 8 salan li ser nebatan perwerde girt diyar kir ku gelek nexweşî ji ber xwedîbûna şaş pêk tên û çarserî jî xweza ye. Manîje pêşniyara ‘Di ciwaniyê de baş li bedena xwe binêrin ji bo ku di kal û pîrbûnê de jî ew jî alîkariyê bide we’ kir. BI DÎMEN
 
*Elmas Tugrul ya li Sûka Saglik Ocakgi dukana wê heye,yek ji jinên ku pêşdarazan dişkîne ye. Elmas ya alavên hinê difroşe, bang li jinan kir ku jiyaneke nû ji bo xwe ava bikin. DÎMEN HEYE