Li Şengalê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin

  • 16:08 5 Nîsan 2018
  • Rojane
Ahlam Hacî
 
ŞENGAL - Şêniyên Şengalê 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir.
 
Şêniyên Şengalê 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir û li kampa Şehîd Nazê dar hatin çandin. Di pîrozbahiyê de koma muzîkê stran got û şano hat lîstin. Ji aliyê Malbatên Şehîdan ve pasteya rojbûnê hat birîn. 
 
Derbarê 4'ê Nîsanê de endama Rêveberiya Tevgera Jinên Azad ên Êzidî (TAJÊ) Niham Aliyas axivî û  got:"Em rojbûna Serok Apo wekî azadiya jinê dibîne. Loma heta ku Serokê me azad nebe em jî azad nabe. Ji bo ku Serokê me azad bibe em ê heta dawî têbikoşin."
 
Her wiha Derbarê 4'ê Nîsanê de endama Rêveberiya Tevgera Jinên Azad ên Êzidî (TAJÊ) Şemê Ramo jî axivî û wiha got:"Serok Apo rûmeta me ye. Heta ku em sax bin em ê rûmeta xwe biparêzin." 
 
Pîrozbahî bi govend û dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.