Ciwanan ji bo Efrînê li Qamişloyê meş li dar xistin

  • 15:57 5 Nîsan 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) û Yêkîtiya Jinên Rojava (YJR) ji bo Efrînê li Qamişloyê meş li dar xist.
 
Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) û Yêkîtiya Jinên Rojava (YJR) ji bo dagirkeriya li ser Efrînê bi dawî bibe di bin dirûşma "Em ciwanên şoreşger in em canfedayê Rêber Apo ne" meşek li Qamişloyê li dar xistin. Meş ji Navenda Mihemed Şêxo ya Taxa Xerbî ya Qamişloyê dest pê kir heta Qada Şehîd Xebat berdewam kir. Meşê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) hat hilgirtin. 
 
Di meşê de endama Yêkîtiya Jinên Rojava (YJR)  Amed Memo axivî û got:"Em ê wekî ciwanên Rojavayê Kurdistanê  bi felsefeya Rêber Apo xwedî li berxwedana serdemê ya Efrînê derkevin. Heta dilopa xwîna me ya dawiyê em ê têbikoşin da ku Efrîn ji dagirkeran rizgar bibe."
 
Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.