Ji xebatkarên çapxaneyê 8 kes hatin girtin

  • 15:50 5 Nîsan 2018
  • Rojane
STENBOL - Di çarçoveya lêpirsîna piştî desteserkirina Çapxaneya Gun û Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê û şûnde hatibû destpêkirin, 23’ê kesên di 28’ê Adarê de hatibûn girtin, kar û barên wan ên li emniyetê temam bûn. Ji kesên hatibûn girtin 20 kes derxistin pêşberî Dozgeriya Stenbol a li Çaglayanê. Dozgeriyê her 20 kes bi îdîaya “Bi zanabûn û daxwaza alîkarî kirina û cih dayîna rêxistinê” sewqî 11’emîn û 12’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê kirin.
 
Xebatkarên çapxaneyê, Cûmalî Oz, Mehemet Kadîr, Ozkara, Mursel Demîr Ozgur Bozkûrt, Kemal Daşdogen, Suleyman Guneş, Mûhammet Ozkan û Ogûz Selman Kelekçîler ji aliyê 11’emîn Dadeha Cezayê Sulhê ve hatin girtin.
 
Xwediyê Çapxaneya Gun Kasim Zengîn û xebatkarên çapxaneyê Erdogan Zamûr, Cemal Tûnç, Îhsan Sînmîş, Îrfan Karaca, Kazim Goçer, Mehmet Emîn Sumelî, Mûsa Kaya, Sadettîn Demîrtaş, Necat Hîzarci, Polat Arslan û Mahmût Abay ên derxitin pêşberî 12’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê hê jî kar û barên îfadeya wan dom dike.