Li dijî çêkirina Santrala Nukleerê daxuyaniya hevpar

  • 15:09 5 Nîsan 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amed, Îzmîrê û Stenbolê  çêkirin Santrala Nukleerê ya Akkuyuyê bi daxuyaniyke hevpar hat şermezarkirin û wiha got ku ewê ji çêkirina snatralê re destûr neyê dayîn. 
 
Îzmîr 
 
Li Îzmîrê jî Meclîsa Jiyan û Ekolojiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li dijî Santrala Nukler civîn li dar xist. Civîn li avahiya rêxistina bajêr a Partiya Siberoja Çep û Kesk pêk anîn û gelek ekolojîst beşdar bûn. Li ser navê Meclîsa Jiyan û Ekolojiyê ya HDK’ê Ertugrul Barka daxuyanî da û ev tişt got: “Em ê destûr nedin çêkirina Santrala Nukler. Dixwazin bi vê sazkirina santralê amadekariya şer bikin. Em ê li dijî van polîtîkayan derbikevin.” 
 
Amed
 
Rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên Amedê jî li avahiya DBP’ê li dijî projeya santrala nuklerê civînek hevbeş li dar xistin. Hevserokê HDP’a Amedê Şerîf Çamci li ser navê partiyan daxuyanî da û wiha got: “Em wek gelan santrala nukler naxwazin. Em ê li dijî vê projeyê bin. Tu eleqeya wê bi polîtîkaya enerjiyê re nîne. Li ku çêdikin bila bikin ji bo zemîna şer tê çêkirin. Erdogan prestîja xwe ya li Rojhilata Navîn winda kir, dixwaze bi sazkirina santrala nukler a li gel Putîn binixîmîne.” 
 
Stenbol 
 
Li Stenbolê jî endmaên  Komîsyona Ekolojiyê ya HDK, Rêveberên HDP'ê yên Stenbol û navçeyên wê li Parka Maçkayê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê rêvebira Stenbolê ya HDP'ê  Xunav Altun ve hat xwendin û ev tişt hat gotin: "Em siyasetmedarên ku Nukleerê dixwazin  şermezar dikin û dibêjin ku bila hikumet dest ji vê plana xwe ya çêkirina santralê berde."  Xunav bi bîr xist ku wan ji bo santral neyê çêkirin serî li Daniştayê dane û doz vekriine. Lê  Daniştayê biryar red kriye.